​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker vê carê gundewarê Zirganê daye ber topên xwe

Hemwextî topbarana dijwar a li dijî gundewarê Til Temirê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundewarê navçeya Zirganê bi çekên giran topbaran dike.

​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker vê carê gundewarê Zirganê daye ber topên xwe
4 tebax, 2021   17:30
HESEKÊ

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxisitn, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Til Werd û Rebîat ên gundewarê navçeya Zirganê bi dijwarî topbaran dikin. Her wiha hat bibîrxistin ku malên sivîlan jî têne hedefgirtin, lê tu agahî der barê ziyanan de nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji vê sibê ve gelek gundên gundewarê Til Temirê topbaran dike.

Li gorî agahiyan topbaran heta niha berdewam e.

(şx)

ANHA