Şêniyên Dêrikê tev li merasîma oxirkirina şehîd Ibrahîm Turgut bû

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê cenazeyê şehîd Ibrahîm Turgut fermandarê Partiya Komunîst a Şoreşgerî li Goristana Şehîdan a Xebat Dêrik veşart.

Şêniyên Dêrikê tev li merasîma oxirkirina şehîd Ibrahîm Turgut bû
Şêniyên Dêrikê tev li merasîma oxirkirina şehîd Ibrahîm Turgut bû
Şêniyên Dêrikê tev li merasîma oxirkirina şehîd Ibrahîm Turgut bû
Şêniyên Dêrikê tev li merasîma oxirkirina şehîd Ibrahîm Turgut bû
Şêniyên Dêrikê tev li merasîma oxirkirina şehîd Ibrahîm Turgut bû
Şêniyên Dêrikê tev li merasîma oxirkirina şehîd Ibrahîm Turgut bû
Şêniyên Dêrikê tev li merasîma oxirkirina şehîd Ibrahîm Turgut bû
Şêniyên Dêrikê tev li merasîma oxirkirina şehîd Ibrahîm Turgut bû
4 tebax, 2021   18:32
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê, Girkê Legê û gundên girêdayî wê li pêşiya nexweşxaneya şehîd Hogir kom bûn da ku tev li merasîma veşartina şehîd Ibrahîm Turgut (Xalid Ebû Rûken) bibin. Girseya gel cenazeyê şehîd ji nexweşxaneyê wergirt û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê, ji fermandarên Partiya Komunîst a Şoreşgerî Tofan Bîrkeleş axivî û got: “Em têkoşîna xwe ya li hemberî dagirkeran û faşîstan mezin bikin heta ku azadiyê bi dest bixin û gelên azadîxwaz ji zilmê xilas bikin.”

Tofan wiha domand: Şehîd Xalid Ebû Rûken di salên 80`î de tev li hêz û partiyên şoreşgerî bû. Li Filistîn şer kir û têkoşiya. Paşê tev li şoreşa Rojava bû û li dijî çeteyên DAŞI`ê û dewleta Tirk a faşîst şer kir.

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişloyê Perwîn Yusif axivî û sersaxî da hevalên şehîd û got: “Şehîd Xalid Ebû Rûken di oxira parastina nirêxn mirovahiyê û azadiyê û rizgarkirina gelan şehîd bû.”

Perwîn destnîşan kir ku şehîd Xalid Ebû Rûken ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye girtin û îşkence lê hatiye kirin, ruxmî wê jî gav ji têkoşînê paşde neavêt.

Piştî bidawîbûna axaftinan, wesîqeya şehadeta şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî hevalên wî hat kirin.

Di dawiya merasîmê de hevalên şehîd cenazeyê Xalid Ebû Rûken spart axê.

(şx)

ANHA