​​​​​​​Di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlehî yên Lubnanê de rageşî bilind bûn

Bi boneya salvegera yekemîn a teqîna bendera Beyrûtê gelek xwepêşandan li Lubnanê li dar ketin, li beramberî vê yekê di navbera hêzên ewlehî yên Lubnan û xwepêşandêran de li pêş rojnameya El-Nehar a li naverasta Lubnanê rageşî bilind bûye.

​​​​​​​Di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlehî yên Lubnanê de rageşî bilind bûn
4 tebax, 2021   17:52
BEYRÛT

Bi boneya salvegera yekemîn a teqîna bendera Beyrûtê, xwepêşandêr daketin qadan, bi wê re ji danê nîvro ve di navbera xwepêşandêr û hêzên ewlehî yên Lubnanê de li pêş têketinên parlamentoyê rageşî bilind bûn. Her wiha xwepêşandêran bendên li pêş xwe xirab kirin û kevir avêtin. Lê hêzên ewlehiyê jî mayînên rondikrêj avêtin.

Hin xwepêşandêran hewl da di ser deriyê parlamentoyê re derbas bibin, lê hêzên ewlehiyê ew ji ber têketina aliyê bakur bi dûr xistin, lê di aliyê rojavayê parlamentoyê de rageşî heye.

Têkildarî mijarê, gerînendetiya giştî ya hêzên ewlehiya hundirîn da zanîn ku wê tu guleyên blastîkî yan jî tu cureyeke din a guleyan ji bo jevkirina xwepêşandanê, neavêtine.

Li aliyekî din jî Xaça Sor a Lubnanê daxuyand ku di encama rageşiyê de li naverasta Beyrûtê 6 sivîl birîndar bûn, li Cimêze 3 sivîlên birîndar bûn û li cihên din 45 birîndar bûn û wê tevahî rakirin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EZJG2NNARBc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>