​​​​​​​Meclisa Kantona Girê Spî sersaxî da malbatên komkujiya Sefawiye

Meclisa Kantona Girê Spî sersaxî da malbatên şehîdên komkujiya Sefawiye ku dewleta Tirk a dagirker vê sibê pêka aniye.

​​​​​​​Meclisa Kantona Girê Spî sersaxî da malbatên komkujiya Sefawiye
​​​​​​​Meclisa Kantona Girê Spî sersaxî da malbatên komkujiya Sefawiye
​​​​​​​Meclisa Kantona Girê Spî sersaxî da malbatên komkujiya Sefawiye
4 tebax, 2021   17:22
EYN ÎSA

Şandeyeke Meclisa Kantona Girê Spî serdana gundê Sefawiye yê li ser eniyên şer ên rojhilatê Eyn Îsayê yên bi dewleta Tirk a dagirker re kir. şandeyê sersaxî da malbata şehîd Zêdan Xelef El-Îsa.

Şande ji cîgirê hevserokatiya Kantona Girê Spî Hezaa Mihemed û gelek hevserokên meclisên girêdayî kantonê pêk hat.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mala welatiyê bi navê Zêdan Xelef El-Îsa vê sibê topbaran kir. Di encamê de Zêdan û tevî 3 zarokên xwe yekser şehîd bûn, hevser û zarokek din birîndar bûn. Niha ew di nexweşxaneyeke Reqayê de ne û rewşa wan kirîtîk e.

(şx))

ANHA