​​​​​​​‛Divê garantorê Rûsî êrişên dagirkeriya Tirk li dijî gundên me rawestîne’

Endamên Meclisa"Qibor El-Qeracine" diyar kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rojane gundê Dirdara topbaran dikin, di encamê de zirarên mezin bi malên sivîlan çêbûn û gelek koçber bûn. Her wiha bang li hêzên Rûsyayê kir ku dawî li êrişên dagirkeriya Tirk û sûcên wê yên li dijî şêniyên herêmê rawestînin.

​​​​​​​‛Divê garantorê Rûsî êrişên dagirkeriya Tirk li dijî gundên me rawestîne’
4 tebax, 2021   16:25
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Ji beriya heftiyekê ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê asta êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gur kirine, ji herêmên Şehbayê bigire û heta bi Eyn Îsayê û gundên navçeya Til Temirê, di encamê de li dijî şêniyên herêmê sûc û komkujiyên nû pêk anîn.

Ji beriya hefteyekê ve dagirkeriya Tirk bi çekên giran û mûşekan êrişî gundewarên navçeya Til Temirê dike, nexasim gundê Dirdara. Di encamê de şênî koçber bûn, ev hemû li pêşberî çavên hêzên Rûsyayê pêk tên ku  qaşo li herêmê hêzên garantor in û baregeha wê jî tenê 3 kîlometre ji gund ve dûr e.

Têkildarî mijarê ajansa me hevpeyvîn bi endamên Meclisa Gundê Qibor El-Qeracine ku navenda wê li gundê Dirdara ye re çêkir. Endaman îşaret bi rewşa sivîlên wan gundewaran û topbarana li dijî wan pêk tê kir.

Endamê Meclisa Qibor El-Qeracine Hemîd El-Hemad axivî û got: "Ji beriya hefteyekê ve bi awayekî rojane û bêserûber gund Dirdara tê topbarankirin. Di topbaranê de yekser sivîl û malên wan tên armanckirin. Bi wê re şênî neçar dibin ku koçberî herêmên ewle bibin.."

Hemîd El-Hemad ev li gotina xwe zêde kir: "Em wekî endamên meclisê yên li gundê Dirdara ji ber topbaran bêserûber ji gund derketin. Di encama topbaranên bêserûber de ya beriya çend rojan dayik û zarokek wê birîndar bûn."

El-Hemad wiha pê de çû: "Em wekî meclisa wê herêmê bang li hêzên Rûsyayê dikin ku wekî hêzeke garantor e sûcên dagirkeriya Tirk rawestînin. Ji ber ku rasterast sivîlan û gundên bi ewle dibin armanca dagirkeriyê."

‛BI SEDEMA TOPBARANÊN BÊSERÛBER ŞÊNÎ NIKARIN LI GUND BIMÎNIN’

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Qibor El-Qeracine Mihemed Heydo wiha got: "Di encama topbarana dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya bêserûber a ji zêdetirî hevfteyekê ve gelek zirar bi malên sivîlan bûn. Bi wê re êdî şêniyên wan gundan nikarin li malên xwe bimînin."

Heydo da zanîn rewşên şêniyên li wan gundan pir krêt e, ji ber li nava zeviyên dûrî topbaranê radizin.

Heydo bang li hêzên Rûsya û hêzên navneteweyî kir ku têkildarî rewşa herêmê û sûcên dagirkeriyê yên li dijî şêniyan bê deng nemînin.

(eh)

ANHA