​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hikumeta Şamê yên li gundê Ebûş û gundê Um El-Kêf topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker piştî topbarankirina gundê Dirdara û Şinanê vê carê nuqteyên hikumeta Şamê yên li gundê Ebûş û gundê Um El-Kêf topbaran dike.

​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hikumeta Şamê yên li gundê Ebûş û gundê Um El-Kêf topbaran dike
4 tebax, 2021   17:11
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Ebûş ê li ser rêya navçeya Ziraganê yê bakurê navçeya Til Temirê dike hedef. Heta niha tu agahî der barê zirarên topbaranê de nehatin bidestxistin.

Her wiha dewleta Tirk gundê Um El-Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê topbaran dike.

Li gorî agahiyan, ji ber dijwariya topbaranê şêniyên wan gundan koçber dibin.

(şx)

ANHA