Bangawaziyên ji bo naskirina Rêveberiya Xweser didomin

Hevserokê Komîteya Têkiliyên Gitşî ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed diyar kir ku naskirina Rêveberiya Xweser mafekî rewa yê pêkhateyên herêmê ye û divê civaka navneteweyî vê rêveberiyê nas bike.

Bangawaziyên ji bo naskirina Rêveberiya Xweser didomin
4 tebax, 2021   03:09
TEBQA

Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed anî ziman ku naskirina Rêveberiya Xweser mafekî rewa yê têkoşîna 6 salan e.

Îbrahîm El-Mihemed destnîşan kir ku bi saya Rêveberiya Xweser û bi berxwedana QSD`ê ku zêdetirî 11 hezar şehîd û bi hezaran birîndarên ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya pêkhateyan da, herêm ji qirêjiya çeteyên DAIŞ`ê rizgar bû.

Îbrahîm El-Mihemed bal kişand ser girîngiya naskirina Rêveberiya Xweser û wiha dewam kir: "Ev proje destpêka çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê ye. Her wiha gava yekemîn û bingehîn a aktîfkirina diyalogê di navbera hemû aliyên li Sûriyê de ye da ku alozî çareser bibe. Li aliyekî din jî rastiya jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nîşan dide û mafên hemû ferdan misoger dike da  ku rola xwe di rêveberî û jiyana siyasî de bilîzin."

El-Mihemed îşaret bi erêniyên naskirina Rêveberiya Xwerser kir û wiha pê de çû: "Erêniyên naskirina Rêveberiya Xweser ew e ku hikumeta Şamê ber bi pêkanîna diyalogan ve dibe. Ji ber ku tevahiya kesên bi kar û barên Sûriyê ve aleqeder dibin, pêkanîna çareseriyê bi rêbazê leşkerî nabînin, lê çareseriyê di diyalogên ku hemû pêkhate û alî tev li dibin de dibînin, di serî de pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi rêveberiyên xwe yên xweser tên naskirin."

El-Mihemed bi bîr xist ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser di hemû qadan de tecrûbeyeke pêşeng e û wiha gotina xwe dewam kir: "Ev tecrûbe bi rêya saziyên xwe yên rêxistî û îdarî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ketiye pratîkê. Di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 rêveberiyên xweser û meclisên sivîl hene. MSD`ê jî sîwana siyasî ya Rêveberiya Xweser e."

Îbrahîm El-Mihemed di dawiyê de got:"Divê civaka navneteweyî û saziyên diplomatîk projeya Rêveberiya Xweser wekî tecrûbeyeke rasteqîn ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di ketiyê pratîkê de ye nas bikin, nemaze piştî ku di qadên herêmê, navneteweyî û parzemînî bala hejmareke mezin a siyasetmedaran kişandiye."

(eh)

ANHA