​​​​​​​Riyad El-Hefel: Bêdarizandina çeteyên DAIŞ'ê li ser tevahî cîhanê xeter e

Riyad El-Hefel diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê yên di girtîgehên QSD'ê de li gel êrişên domdar ên dagirkeriya Tirk xeteriyeke mezin çêdikin û bang li civaka navneteweyî kir ku têkildarî dosyaya DAIŞ'iyan û malbatên wan biryarên pratîkî bidin.

​​​​​​​Riyad El-Hefel: Bêdarizandina çeteyên DAIŞ'ê li ser tevahî cîhanê xeter e
3 tebax, 2021   23:40
REQA- XALID EL-CUMA

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Riyad El-Hefel diyar kir ku barê parastina çeteyên DAIŞ'ê, malbatên wan û peydakirina pêwîstiyên wan Rêveberiya Xweser hilgirtiye, bêyî ku tu dewlet alîkariyê bike.

EL-Hefel îşaret pê kir ku ji hemû aliyan ve ambargoyeke mezin li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye û got: "Ya herî dawî girtina dergehê Til Koçerê ye ku barê Rêveberiya Xweser di aliyê aborî de giran kir, ji ber ku zêdetirî milyon koçber û bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan hewandiye."

El-Hefel di nava gotinên xwe de ev pirsî "Çima dewlet çeteyên xwe wernagirin û li gel xwe ceza nakin? Çima dadgeheke navneteweyî li herêmê ji bo darizandina wan nayê avakirin?"

El-Hefel bi bîr xist ku wan gelek caran bang li dewletan kiriye ku çeteyên DAIŞ'ê li welatên xwe li gorî qanûnên xwe darizînin û got: "Lê hemû bangên wan di ber çavan re nehatin derbaskirin. Heger nikaribin wan bibin welatê xwe bila li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dadgeheke navneteweyî ava bikin û wan li ser vê xakê muhasebe bikin ku lê sûc kirine."

Riyad El-Hefel diyar kir ku berpirsyariya parastina çeteyên DAIŞ'ê  û malbatên wan û darizandina wan ne tenê pirsgirêka Rêveberiya Xweser e, di hema demê de hemû dewletên ku welatiyên wan di nava DAIŞ'ê de eleqedar dike.

El-Hefel li ser îhtîmala reva çeteyan ji girtîgehan ligel êrişên domdar ên dagirekriya Tirk ên li ser herêmê hişyarî da û ev tişt anî ziman: "Tirkiyê û çeteyên wê bi domdarî xeta sînor topbaran dikin û nêzî girtîgehên DAIŞ'ê ne, ev jî ji bo Tirkiyê baş e, ji ber ku Tirkiyê desteka wan dike û dixwaze ji girtîgehê derkevin da ku wan ji bo berjewendiyên xwe li Sûriyê û derveyî wê bi kar bîne."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Riyad El-Hefel bang li civaka navneteweyî û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku der barê dosyaya DAIŞ'ê biryarên tund bidin û li ser erdê pêk bînin da ku xeteriya DAIŞ’ê ya li ser Sûriyê û cîhanê bi giştî were derbaskirin.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2vDtnoyiw3c" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>