YPG`ê çawa xwe gihand Şengalê û civak Êzidî parast

Yekîneyên Parastina Gel û gerîlayên HPG û YJA Starê rê nedan ku civaka Êzidî rastî komkujiyên din were û bi sedhezeran Êzidî ji mirinê rizgar kirin. Yek ji fermandarên YPG`ê û berpirsekî navenda ragihandina YPG`ê di salvegera 7`emîn a fermana 73`an de hûrguliyên rizgarkirina Êzidiyan ji DAIŞ`ê vegotin.

YPG`ê çawa xwe gihand Şengalê û civak Êzidî parast
4 tebax, 2021   01:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Sibeha 4`ê Tebaxa 2014`an Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin (YPG – YPJ) ji piştî şeveke ji amadekarî û şerekî giran bi çeteyên DAIŞ`ê re ji Rojava gihaştin çiyayê Şengalê.

Ji fermandarên YPG`ê Zagros Cûdî got piştî ku bajarê Mûsilê ket destê DAIŞ`ê, xeteriya li ser Şengalê eşkere bû, zêdetirî carekê hêzên me hewl dan Şengalê biparêzin û hişyarî ji ber xeteriya rewşê dan, lê hêzên girêdayî PDK`ê derfet neda û qaşo ew berpirsê parastina Şengalê li dijî her cure êrişê bûn.

Cûdî destnîşan kir ku wan piştî 3`yê Tebaxê berê xwe dan Şengalê da ku şêniyan ji komkujiyê xelas bikin, korîdoreke ewlehiyê ber bi Rojava ve vekirin û wiha domand: "Mixabin ji aliyê DAIŞ`ê ve hatin kuştin û revandin û me nikarîbû vê yekê bisekinînin."

PIŞTÎ KU EM GIHAŞTIN ŞENGALÊ.. TENÊ HÊZÊN GERÎLA LI ŞENGALÊ BÛN

Zagros Cûdî teqez kir ku piştî ew gihaştin Şengalê û piştî şereke dijwar bi çeteyên DAIŞ`ê re ku dixwestin bighêjin kesên di çiyayê Şengalê de asê mabûn, li wir tenê giropên ji hêzên gerîla ku di demeke kurt de ji çiyayên Kurdistanê hatibûn, hebûn.

Ji ber xeteriya rewşê û girîngiya ku diviyabû bi lez bigihêjin Şengalê, berdêlên mezin hatin dayîn.

Li Şengalê eniyeke hevbeş ji bo şer bi koordînasyona bi gerîla re hate avakirin. Piştî ku şênî hatin rizgarkirin û plansaziya çawaniya rizarkirina herêmê ji DAIŞ`ê hate dayîn, YBŞ`ê hate avakirin da ku erka xwe ya parastina Şengalê, pêk bîne.

ÊN KU DI 2014`AN DE PARASTINA ŞENGALÊ NEKIRIN, NIKARIN NIHA PARASTINA WÊ BIKIN

Zagros Cûdî destnîşan kir ku dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir, hêzên PDK`ê û artêşa Iraqê dev ji Şengalê berdan û erka xwe pêk neanîn, niha jî dixwazin careke din li Şengalê vegerin û wiha domand: "Di nêrîna min de niha rewşa cûda ye. Ciwanên ji Şengalê di nava hêzên leşkerî yên rêxistinkirî de parastina xwe dikin."

Zagros Cûdî diyar kir ku ê di 2014`an parastina Şengalê nekir, nikare niha jî wê biparêze.

GELÊ ŞENGALÊ BI BERXWEDANA XWE TÊ NASÎN, LÊ TIŞTA QEWIMÎ HIŞT KU PAŞDE VEKIŞE

Zagros Cûdî wiha domand: "Di nava dîrokê de civaka Êzidî bi berxwedaniya xwe li hember fermanên ku rastî wan hatin, dihat naskirin. Lê tişta ku di fermana dawî de qewimî ew neçar kirin ku paşde vekişin û berê xwe bidin lûtkeya çiya."

Zagros Cûdî piştrast kir ku ew yek qewimî ji ber bi çekên ku di destên wan de bûn li hember çek û alavên ku DAIŞ`ê bi kar dianîn bêbandor bûn û hemû çekên giran pêşmergeyan bi xwe re biribûn.

HOVÎTIYA DAIŞ`Ê NAYÊ JIBÎRKIRIN

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya YPG`ê Siyamend Elî jî ji kesên ku di destpêka fermanê û êrişên DAIŞ`ê de berê xwe dabûn Şengalê ye.

Siyamend Elî wiha behsa hovîtiya DAIŞ`ê û êşa ku di nava şêniyên Şengalê de hiştiye, kir: "Dema em gihaştin destpêka çiyayê Şengalê di rê de zarok, jin û kalepîr di rewşeke pir xirab de bûn. Av tune bû û ji ber tîbûnê jiyana wan di xeteriyê de bû. Bi dehan birîndar li hêviya dermankirinê bûn."

Gelek kesan tişta ku bi serê wan de hat, tehemul nekirin û ji lûtkeya çiya û ji deverên bilind xwe avêtin. Hovîtî û ew buyerên bi êş ji bîra tu kesê ku dîtine, naçe.

FERMANDARIYA GIŞTÎ YA YPG`Ê TALÎMAT DA

Siyamend Elî têkildarî çûyîna wan ber bi Şengalê ve û biryara berxwedana li hemberî DAIŞ`ê,  her wiha parastina gelê Şengalê ev tişt anî ziman: "Bi belavbûna agahiyên der barê tişta ku li Şengalê diqewime de, Fermandariya Giştî ya YPG`ê telîmat da ku divê hemû giropên nêzî Şengalê (Ji Dêrik û heta Çilaxa) berê xwe bidin çiya û korîdoreke mirovî di navbera Şengal û Rojava de, vekin."

Siyamend Elî piştrast kir ku di wê demê de berxwedaneke li dijî çeteyên DAIŞ`ê li herêma Til Koçer dimeşandin û ev tişt bi lêv kir: "Di sibeha 4`ê Tebaxê de, şervanên me derbasî xaka Başûrê Kurdistanê bûn. Korîdoreke ewlehiyê bi dirêjahiya 30 heta 40 km, vekirin. Li gundê Kenho yê nêzî Cezha yê nuqteya pêşwazîkirina kesên hatine rizgarkirin hebû."

Siyamend Elî got li çiyayê Şengalê giropên biçûk ên şervanan YPJ û YPG`ê hebûn û bi koordînasyona bi HPG`ê re xeleka parastinê li derdora kesên hatine rizgakririn ava kirin, bersiva hemû êrişên DAIŞ`ê ku dixwest bighêjin çiyayê Şengalê da û bi vî rihê fedayî û lehengiyê nêzî 150 hezar kes ji mirinê rizgar kirin.

ŞÊNIYÊN ROJAVA SEFERBERÎ RAGIHAND

Siyamend Elî got şêniyên Rojava tevî ku hêrêmên wan ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve rastî êrişên mezin dihat lê ew bi îsrar bûn ku destekê bidin hêzên xwe yên ku erka xwe ya dîrokî li hember gelê Şengalê pêk dianîn û hemû cureyên alîkariyê ji şêniyên Şengalê re pêşkêş kir.

Siyamend Elî teqez kir ku bi hezeran erebeyên sivîlan berê xwe dan destpêka korîdora ewlehiyê li Rojava da ku kesên hatine rizgarkirin, pêşwazî bikin.

YPG`Ê LI KÊLEKA YBŞ`Ê ŞER KIR Û ERKA PARASTINÊ JÎ JI WAN RE HIŞT

Siyamend Elî got YBŞ`ê û YPG`ê di 4`ê Tebaxê de bi hev re li Şengalê şer kir, şerê li Şengalê nêzî sal û nîvekê dewam kir, hemû hêzên ku parastina Şengalê dikirin berxwedaniyeke lehengane dimeşandin.

Berxwedanî heta 13`ê Mijdara 2015`an roja ku bajarê Şengalê bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgakririn, dewam kir. Wê demê YPG`ê ragihand ku wan erka xwe ya dîrokî li hember Şengalê pêk anî û YBŞ`ê amade ye ku erka parastina Şengalê û şêniyên wê li hember hemû cureyên êrişan, pêk bîne.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/exNrim3tZBg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>