Rêveberiya Xweser a Şengalê li gorî destûra Iraqê mafekî rewa ye

Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Xezal Reşo diyar kir ku, bersiva herî guncaw a li dijî komkujiyên li dijî Êzidiyan rêxistinkirina Êzidiyan e û got, “Li gorî destûra Iraqê, Rêveberiya Xweser mafekî rewa ya Êzidiyan e û hêzên wê jî hêzên rewa ne.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê li gorî destûra Iraqê mafekî rewa ye
4 tebax, 2021   00:47
NAVENDA NÛÇEYAN- SÎPAN SILO

Êzidî di dirêjahiya dîrokê de rastî bi dehan operasyonên qirkirina komî hatine, ku hebûna wan kirin hedef. Tu rêxistinbûna Êzidiyan û hêzên leşkerî ku parastina wan bikin tune bûn, ji lew re her tim bi êrişan re rû bi rû bûn.

Lê belê, piştî fermana dawî (komkujiya 3`ê Tebaxê) hêviyên wan pêk hatin. Sîstema rêveberiyê li Şengalê û hêzên ewlekariyê û yên leşkerî ku parastina Êzidiyan bikin û yekser girêdayî Êzidiyan bin, hatin avakirin.

Ragihandina Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bersiva herî guncaw a hemû fermanan û misogeriya yekane bû ku ji niha û pê ve fermanên din li dijî Êzidiyan pêk neyên.

Ji lew re, Êzidiyan meclisên xwe yên taybet, Asayîş û hêzên parastinê ava kirin û di nav de Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jin ên Şenglê (YJŞ) ava kirin. Bi wê yekê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bû sîwana hemû saziyên li Şengalê.

MECLISA XWESERIYA DEMOKRATÎK A ŞENGALÊ..

Meclisa Damezirîner a Êzidiyên Şengalê ku piştî komkujiya 2014`an hate damezirandin, di 2015`an de bernameya Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand. Ew yek bi hejmareke ji biryar û daxwazên girêdayî pêşeroja Şengalê pêk hat, di serî de naskirina Rêveberiya Xweser ku ji berxwedana li dijî DAIŞ`ê li gorî madeyên ji destûra Iraqê hate afirandin.

Bernameya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê hate pêşkêşkirin. Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Her kes karesata ku hat serê Êzidiyên Şengalê dizane. Ew li ser destê rêxitsina terorîst a bi navê DAIŞ`ê rastî qirkirina komî hatin. Piştî vekişîna hêzên pêşmerge ku îdiaya parastina herêmên Êzidî dikir, DAIŞ`ê di sibeha 3`ê Tebaxa 2014`an de êrişî gund, avahiyên niştecihbûnê û navenda Şengalê kir. Pêşmergeyan bi vekişîna xwe ya ji nişkêve bêy fedekarî û bêyî berxwedan, hêviyên Êzidiyan têk birin. Ev vekişîna hemwextî êrişên DAIŞ`ê, bû sedema wendahiyên canî yên mezin. Ev yek ji ber ku civaka Êzidî ne xwedî rêxistin bû ku parastina wê bike, çêbû.

Wekî gaveke destpêkê ya ber bi rêxistinbûna civaka Êzidî ve da ku li hemberî fermanan bisekine û di pêşerojê de fermanên din li dijî wan pêk neyên, bi keda lehengên berxwedêr ên li çiyê di sibeha 14`ê Çileya 2015`an de li gorî madeyên 116 û 125 yên destûra Iraqê, avakirina Meclisa Damezirêner a Şengalê hate ragihandin.”

Ji wê demê ve, Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê barê birêxistinkirina Êzidiyên li Şengalê, daxwazên mafên wan û parastina wan, hilgirt ser xwe.

Li kêleka wê yekê, meclisa Şengalê li derve (li dervey welêt) hate damezirandin û bi koordîneya bi Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê re barê birêxistinkirina gelê Şengalê yê li welatên Ewrupayê girt ser xwe.

RÊVEBERIYA XWESER BERSIVDAYÎNA ÊRIŞÊN LI DIJÎ ÊZIDIYAN E

Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ku di kongraya 4`emîn a rêveberiyê de hate hilbijartin, şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û wiha got: “Lidarxistina kongrayê beriya salvegera fermanê, bersivdayîna hemû êrişên li dijî Êzidiyan e.”

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di 23`ê Tîrmeha 2021`an de bi beşdariya 250 endaman ji hemû beşên civakê, nûnerên Êzidiyên li Rûsya û Ewrupayê, kongraya xwe ya 4`emîn li Şengalê li dar xist.

Xezal Reşo di salvegera fermana 3`ê Tebaxê de, ji ajansa me re wiha axivî: “Damezirandina Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bersiveke zelal li dijî hemû plan û lihevkirinên li dijî me tên sazkirin e û bi wê yekê teqez dike ku Êzidî dikarin rêveberî û hêza xwe ya leşkerî û ewlehiyê ava bikin.”

PLANA LI DIJÎ ŞENGALÊ, BERÊ HATIBÛ SAZKIRIN

Beriya 7 salan, dema ku DAIŞ`ê êrişî Şengalê kir, Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şengal bê parastin hişt. Beriya ku ew birevin jî, hêzên Iraqê piştî ketina Mûsilê di destê DAIŞ`ê de ji derdora Şengalê reviyan û rê li pêşiya DAIŞ`ê vekirin ku bikeve xaka Şengalê. Tenê hin ciwan û mêrên Şengalê li hin gundan li hemberî DAIŞ`ê li ber xwe dan.

Xezal Reşo di dewama axaftina xwe de diyar kir ku artêşa Iraqê û Pêşmergeya ku îdiaya parastina Şengalê dikirin, Êzidî bi hovtiya DAIŞ`ê re rû bi rû hiştin. Ango plana li dijî Şengalê, berê hatibû sazkirin.”

DIVÊ QIRKIRIN WERE NASKIRIN Û PIŞTGIRIYA Mecilsa XWESERIYA DEMOKRATÎK A ŞENGALÊ BÊ KIRIN

Ruxmî ku civaka Êzidî rastî qirkirina komî hat jî, lê belê civaka navneteweyî li hemberî wê yekê bêdeng ma. Tenê hin hikumetên wekî Holanda û Belçîka ew êriş wekî qirkirina komî nas kirin.

Hevseroka Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê teqez kir ku hêzên gerîla ku ji bo parastina Êzidiyan destwerdan kir, jiyaneke nû pêşkêşî şêniyên Şengalê kir û wiha axaftina xwe domand: “Xweseriye Demokratîk ku di 2015`an de hate ragihandin, bû hêvî. Ji lew re, girîng e ku ev rêveberî ji aliyê navneteweyî û herêmî ve bê naskirin.”

Xezal Reşo da zanîn ku piştî avakirina YBŞ`ê û YJŞ`ê û Asayîşê û şerê wan li hemberî DAIŞ`ê û rizgarkirina xaka xwe ji DAIŞ`ê, wan karîbû ku birînên xwe derman bikin û projeya Rêveberiya Xweser ava bikin da ku xwe bi xwe bi rê ve bibin û ol û çanda xwe biparêzin.

Ji biryarên ku di kongraya 4`emîn a Mecilsa Xweseriya Demokratîk de hatine girtin, amadekirina projeyeke çareseriyê ji bo qebûlkirina Xweseriya Demokratîk li ser esasê taybetmendiya civaka êzidî, bûn.

Xezal daxuyand ku heta ku Rêveberiya Xweser di aliyê navneteweyî de neyê qebûlkirin jî, dê rewatiya ku ji şêniyên Şengalê standiye wenda neke. Şenglî, rêveberiyê wekî hêviya xwe ya ji bo nedubarekirina komkujiyan li dijî wan dibînin.

Xezal got piştî damezirandina Xweseriya Demokratîk, saziyên siyasî, sivîl, civakî û leşkerî yên taybet bi Êzidiyan hatin avakirin û dibistanên bi zimanê dayikê hatin vekirin, ji lew re ev sazî mafên şêniyên Şengalê misoger dikin.

DI PYEMANA HEWLÊR-BEXDAYÊ DE, RENGÊ DEWLETA TIRK DIYAR BÛ

Di 9`ê Cotmeha 2020`an de, peymana ku hikumeta Iraqê û PDK`ê îmze kiriye, ji aliyê Êzidiyan ve bi tundî hate redkirin.

Li gorî wê peymanê, diviyabû Asayîşa Êzidxanê ji Şengalê derkeve, çekên xwe radest bikin û artêşa Iraqî bikeve Şengalê.

Mecilsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê di daxuyaniyeke xwe ya meha Adarê de, teqezî bi berxwedanê kir. Di daxuyaniya rêveberiyê de wiha hate gotin:

Di fermana 73`an de me dersa xwe girt. Me dît ku Êzidî dikarin xwe bi xwe biparêzin. Ji niha û pê ve êdî baweriya me bi tu hêzên din neynin. Em hewl didin li Iraqê bi aştî bijîn. Li gorî destûra Iraqê, mafê Şengalê heye ku xwedî rêvberiyeke xweser be. Ji destpêkê ve me ragihand ku em peymanê red dikin û em wekî fermaneke nû li dijî xwe dihesibînin. Em dibêjin, tiştê ku DAIŞ`ê nikaribûye bikira, niha hew didin bi peymanê bibin serî.”

Xezal têkildarî peymana Hewlêr-Bexdayê wiha got: “Gelê Şengalê peyman red kir û li dora rêveberiya xwe ya xweser kom bû. Ev peyman bêyî ku îradeya gelê Şengalê li ber çavan bigire, pêk hat. Bi saya berxwedana gelê me, dê nikaribin bendên peymanê pêk bînin.

Hêzên me hêzên rewa ne, baweriya me bi hêzên me heye. Bandorên fermana dawîn hîna hene. Asayîş û Yekîneyên Berxwedana Şengalê, hêzên me yên rewa ne.”

LI GORÎ DESTÛRA IRAQÊ, RÊVEBERIYA XWESER MAFEKÎ REWA YE

Di destûra Iraqê de hejmareke bend hene ku daxwaz, mafên rêveberiya xweser di nava xwe de dihewîne. Li gorî madeya 116`an a destûra Iraqê, mafê parêzgehekê yan zêdetir heye ku ji parêzgehê herêmekê ava bike.

Li gorî wê, herêma hatî avakirin dikare desûtê xwe saz bike û mafên xwe bi kar bîne, her wiha sazûmaniya hikumeta herêmê û mafên wê diyar dike, bi şertê ku li gorî destûrê Iraqê bin.

Di madeya 117/ de wiha tê gotin:

-Mafê hikumeta herêmê heye ku desthilata zagonsaz, rêveberî û dadweriyê pêk bîne. Lê belê nikare hin tiştên girêdayî hikumeta fedral e, pêk bîne.

-Mafê hikumeta herêmê heye ku pêkanîna qanûna fedral li herêmê biguherîne, heke di navbera qanûna fedral û qanûna herêmê de nakokî hebin. Ev yek girêdayî mijareke ku navkeve nav kar û barên hikumeta fedral e.

-Ji bo herêm û parêzgehan, pareke adil ji dahateyên giştî tê veqetandin, ku têrê bike da ku bi bar û berpirsiyariyên xwe rabe, her wiha berhem, pêwîstî û rêjeya şêniyên wê di ber çavan re tê derbaskirin.

-Nivîsgehên herêman û parêzgehan li balyozxane û şandeyên diplomatîk tên damezirandin, da ku kar û barên çandî, civakî û pêşxistinê bişopîne.

-Pêwîstiyên rêveberiya herêmê û bi taybetî avakirin û birêxistinkirina hêzên ewlekariya hundirîn ên herêmê wekî asayîş, hêzên ewlekariyê û parêzvanên herêmê, vedigere hikumeta herêmê.

Şêniyên Şengalê bang li hikumeta Iraqê dikin ku Rêveberiya Xweser nas bikin. Her wiha diyar dikin ku ew amade ne têkildarî têkiliyên di navbera wan û hikumeta navendî ya li Bexdayî de, diyalogan bi pêş bixin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ypEv9Uq8trM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>