Li Tebqayê xeta kehrebê tê sererastkirin

Gerînendetiya Kehrebê ya Tebqayê bi lêçûneke 20 hezar dolar dest bi projeya sererastkirina xeta kehrebê ya ku kehrebê dide taxên rojava yên bajêr kir.

Li Tebqayê xeta kehrebê tê sererastkirin
Li Tebqayê xeta kehrebê tê sererastkirin
Li Tebqayê xeta kehrebê tê sererastkirin
Li Tebqayê xeta kehrebê tê sererastkirin
Li Tebqayê xeta kehrebê tê sererastkirin
Li Tebqayê xeta kehrebê tê sererastkirin
Li Tebqayê xeta kehrebê tê sererastkirin
3 tebax, 2021   16:59
TEBQA

Bi piştgiriya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê beriya du rojan Gerînendetiya Kehrebê dest bi projeya sererastkirina xeta trans a 20 KV kir. Dê ew xet kehrebeyê bide taxên rojavayê bajêr; Ayid Kebîr, Ayid Sexîr, El-Fesîh û Ayid El-Selûm.

Hevserokê Nivîsgeha Lêkolînan a Gerînendetiya Kehrebê ya Tebqayê Xelîl El-Ferec têkildarî lêçûna projeyê û dirêjahiya xetê wiha got: "Lêçûna projeyê derdora 20 hezar dolar e û dirêjbûna xetê derdora 4 kîlometre ye û ji stasyona guherendina bendava Firatê heta bi herêmê dagerandina başûrê Tebqayê ye."

Ev proje bi armanca parastina ewlehiya kehrebê û sivikkirina zexta li ser xeta berê ya Mexrec El-Bû Asî ye da ku taxên rojava yên bajêr jê qut bibe, ji ber ku ev xet kehrebê dide depoyên El-Bû Asî, aşên genim û gelek stasyonên ava vexwarinê. Li aliyekî din jî da ku dayîna kehrebeya taxên rojava bibe wekî yên hundirê bajêr.

Kar û xebata sererastkirina vê xetê dê 15 rojan dewam bike.

Piştî ku dewleta dagirker rêjeya ava Firatê kêm kir bandor li saetên dayîna kehrebeya bajêr hate kirin. Bi wê re Gerînendetiya Kehrebê ya Tebqayê 12 saetan kehrebê dide bajêr û 16 saetan dide gundewar.

(eh)

ANHA