Meclisa Hecînê xwest ceza li kesê ku zarokê 3 salî îşkence kiriye were birîn

Meclisa Gel a Hecînê ya Dêraozrê îşkenceya li zarokê 3 salî û dayika wî ji aliyê kesê bi navê Ebdullah El-Şehab ve şermezar kir û banga cezakirina wî kir.

Meclisa Hecînê xwest ceza li kesê ku zarokê 3 salî îşkence kiriye were birîn
3 tebax, 2021   14:50
DÊRAZOR

Meclisa Gel a bajarokê Hecînê ya Dêrazorê têkildarî îşkanceya li zarokê bi navê Yûsif ê 3 salî û dayika wê ji aliyê kesê bi navê Ebdullah El-Şehab ve ku hevserê dayika zarok e daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hat got: "Em Meclisa Gel a bajarê Hecînê û gundewarê wê, meclisên herêmî yên xeta rojhilatê bajar bang li aliyên têkildarî ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên dadgehê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Dadgeha Edaletê, Desteya Jinê, Rêxistina Mafên Mirovan û Buroya Parastina Zarokan dikin ku cezayên tund li sûcdar Ebdullah El-Şehab bibire, ji ber ku kiryarên ku nakeve aqilê mirovan li djiî hevjîna xwe û kurê wê yê salî Yûsif kiriye."

Meclisê sûcê li dijî mirovahî û zarokan şermezar kir û got: "Careke din em bang dikin ku cezayên tund li dijî sûcdar bibirin."

ANHA