Federasyona Gaziyên Şer: Statuya gelê Şengalê qebûl bikin

Federasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Komkujiya 3'ê Tebaxa 2014'an li ser Şengalê di salvegera wê ya 7'an de şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî dikin ku statuya gelê Şengalê qebûl û misoger bikin.

Federasyona Gaziyên Şer: Statuya gelê Şengalê qebûl bikin
3 tebax, 2021   06:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Gaziyên Şer a Bakur û Rojhılatê Sûriyê bi boneya salvegera 7'an a Komkujiya li dijî Êzidiyên Şengalê ku çeteyên DAIŞ'ê pêk anîbû daxuyaniyek nivîskî weşand. Federasyonê got: " îro roja hesabpirsînê ye. Eger îro hesab neyê pirsîn ma kengê wê were were pirsîn?"

Daxuyanî wiha ye:

"Em Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê komkujiya ku li ser gelê Şengalê ku bi destê DAIŞ’ê û hêzên Başurê kurdistanê hatiye kirin, wek rûreşiya cîhanê û pêşmergeyên ku xwe wek qehraman nîşan didan şermezar dikin. 3’yê Tebaxa 2014’an li ber çavê cîhanê  bi hezaran keç, jin, ciwan û zarokên li ber singa dayikan bi destê çeteyên qirêj hatin qetilkirin, ravandin û hata niha jî bi hezaran aqûbeta wan ne diyar e. Em birîndarên şer bûn şahîdê wê yekê ku çawa pêşmergeyan çeper ji çeteyan re hiştin û reviyan ku qîreqîra jin û zarokên êzidî di destê çeteyên DAIŞ’ê de dihatin guhê mirovan. Belê ew kêliya şeref, namusê û exlaq û wijdanê bû ku partiyê li Başurê Kurdistanê civaka êzidî li hember qirkirinê hişt.  Heger armanca wê partiyê parastina gelê Kurd bûya wê bi yekitiya xwe di çeperan de rê li pêşiya fermana 73’yan bigirtana. Em bûn şahîdê berxwedana gerîlayên qehraman ên PKK ku çawa bi berxwedanî serê gelê xwe bilind kirin û civaka êzidî ji fermanê rizgar kirin.

YPG û YPJ’ê bûn xwedî roleke girîng û gelê Rojava jî malevaniya civaka Êzidxanê kirin. Em jî birîndarên şer ku di mewziyan de bûn şahîdê şehîdên ku hetanî kêliya dawiya jiyana xwe berxwedanî kirin û bi biriyardariya xwe Şengal rizgar kirin. Belê gelê Şengalê vegerîn warên xwe, lê dîsa jî bi xetereke mezin re rû bi rû ne. Em Federasyona Gaziyên Şer bang li hêzên navneteweyî dikin ku statuya gelê Şengalê qebûl û misoger bikin. Gelekî ku di dîrokê de bi gelek fermanan re rû bi rû maye û li gelek welatan belav bûne li ber helandinê ne. Misoger dikin ku îro ji êrişekê bi destê dewleta Tirk a dagirker û hêza PDK’ê ya îxanetkar ser gelê Kurd ku tê meşandin. Li  ber çavê cîhanê û her kesekî bi navê mafên mirovan, bi navê peşîlêgirtina îşkenceya ser mirovan ku tê kirin û mixabin rêber Ocalan bi salan agahî jê nîne û êrişen netewperest li dijî gelê kurd dikin û bi dehan caran çekên kîmyewî li Kurdistanê bi kar tînin, îro pewîstî heye ku cîhan lêpirsîn û darizandina wê bike.

Eger îro nebînê wê kengê bibine! Em bang dikin ku îro roja hesabpirsînê ye. Eger îro hesab neyê pirsîn ma kengê wê were were pirsîn? Ji bo wê; jiyana mirov di xeterî de ye, baweriya mirov tê şikandin, bawerî bi NY’yê, YE û Komkara Ereb jî tune ye. Em Federasyona Gaziyên Şer li ber çavên me gelek tişt çêbûn û em bûn şahidên wê yekê ku bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê ku wek xeterî li ser mirovahiyê tê dîtin; di serî de li Şengal, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û îro jî li çiyayên Kurdistanê tevgerên û sûcên dijmirovhî tên kirin. Em Federasyona Gaziyên Şer bang li cîhanê tevahî dikin ku helwesteke cidî nîşan bidin. "