Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqayê: Em piştgiriya Êzidiyan dikin

Nûnerê Nivîsgeha Têkiliyên a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê Musena Ebdulkerîm sûcên li dijî civaka êzidî ya Şengalê, şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî sûcdarên ku komkujiya 3`ê Tebaxa 2014`an pêk anîne tedbîran bigire.

Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Tebqayê: Em piştgiriya Êzidiyan dikin
3 tebax, 2021   06:30
TEBQA

Di dîroka mirovahiyê ya nû de komkujiya Şengalê yek ji hovîtirîn û mezintirîn komkujiyan e. Ji ber di wê komkujiyê de civaka navneteweyî hevkariya hêzên herêmî kir, dev ji civaka êzidî berda û bi hovîtiya DAIŞ`ê re bi tenê hiştin, ji ber wê hatin kuştin, hatin revandin, koçber bûn û jn hatin tecawizkirin.

Der barê mijarê de û bi boneya salvegera 7`emîn a komkujiyê, ajansa me hevpeyvînek bi nûnerê Nivîsgeha Têkiliyan a Tebqayê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Musene Ebdulkerîm re çêkir. Ebdulkerîm got: "DAIŞ`ê bi hinceta ku êzidî kafir in, ev komkujî li dijî wan pêk anî. Di wê komkujiyê de DAIŞ`ê bi hezaran mêr, jin û zarokên êzidî kuştin û jinên êzidî ji xwe re kirin kole. "

Ebdulkerîm ev li gotina xwe zêde kir: "DAIŞ`ê û piştevanên wê bi vê qirkirinê xwestin civaka êzidî têk bibin û demografiya Şengalê biguherînin."

Ebdulkerîm diyar kir ku Partiya Sûriya Pêşerojê vê sûcê li dijî Êzidiyên li hemû welatên cîhanê bi taybet li Şengalê şermezar dike û wiha pê de çû:"Divê wekî qirkirineke komî were naskirin û hesab ji kesên ev sûc pêk anîne û piştevanên wan were xwestin."

Musene Ebdulkerîm destnîşan kir ku da ku ew bi ewlehî û aştî bijîn û ji bo ku DAIŞ`ê bi temamî hem di warê leşkerî de û hem di warê îdeolojî de tune bibe, divê hemû pêkhate hevgirtina xwe ava bikin.

Ebdulkerîm bal kişand ser hemleya haştagê ku çalakgerên medya sanal û siyasetmedaran duh ragihandin û ev tişt got: "Armanca ji vê hemleya haştagê ew e ku dewlet qirkirina li dijî êzidiyan nas bikin. Em ê jî piştgiriya vê haştagê bikin da ku dengê civaka êzidî bigihînin cîhanê."

Di dawiyê de nûnerê Nivîsgeha Têkiliyan a Tebqayê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Musena Ebdulkerîm bang li civaka navneteweyî kir ku roleke cidî bilîze da ku hemû dewletên cîhanê neçar bibin ku qirkirina li dijî civaka êzidî, nas bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZVwi2hxurDo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>