Dagirkeriya Tirk ji kîjan baregehan ve koçberên Efrînê dike armanc?

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundên kantona Şehbayê û derdora kampa koçberên Efrînê zêde kirine. Hêzên dagirker ji 4 baregehên xwe yên sereke deverên navborî topbaran dikin.

Dagirkeriya Tirk ji kîjan baregehan ve koçberên Efrînê dike armanc?
3 tebax, 2021   05:37
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Ji 24'ê Tîrmeha borî ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî gundên kantona Şehbayê, navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê ku koçberên Efrînê lê dimînin, zêde kirin.

JI 4 BAREGEHÊN LEŞKERÎ VE ÊRIŞ DIKIN

Dagirker ji 3 baregehên leşkerî ve ku li herêmên dagirkirî ava kirine koçberên Efrînê dikin hedef; Baregeha leşkerî ya li Cebel Şêx Eqîl a gundewarê Babê, baregeha li gundê Dabiq ê bajarê Ezazê ji van her du baregehan gundên Nêrebiyê, Şealê, Zîwan, Xirbet Şealê, Radarê, Til Medîq, bendava Şehabyê, Samoqa, Hirbel, derdora gundê Um El-Hoş, gundên girêdayî Bab û Şehabyê topbaran dikin. Her wiha  ji pişt girê gundê Til Malid ê dagirkirî gundên navborî bi obusan topbaran dike.

Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker ji baregeha sêyemîn a li gundê Kelcibirîn ê bajarê Ezazê, gundên Til Rifet, Eyn Deqnê, Şêx Îsa, Hirbel, Um El-Qura, derdroa gundê Dêr Cemal, derdora Kefernaya, her wiha gundên Meranaz, Şewarxa, Elqemiyê, Keleha Şewarxa, Bêlûniyê, Kefer Anton yên Şerayê, gundên Bênê, Aqîbe, Ziyaretê, derdora kampa Vegerê yên navçeya Şêrawayê dikin armanc.

Baregeha çaremîn a dagirkeran li girê gundê Telifê yê li ser rêya navçeya Cindirêsê –bajarê Efrînê ye. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji vê baregehê  her şeş gundên navçeya Şêrawa yên dorpêçkirî; Burac Qas, Gundê Mezin, Kilotiyê, Başemra û Soxanekê topbaran dikin.

Di demên dawî de, hêzên dagirker gelek caran navenda navçeya Til Rifetê bi firokeyên bêpîlot û çekên qedexekirî bomebebaran kirin. Di encamê de 5 sivîl birîndar bûn.

26'ê Tîrmehê, dagirkeriya Tirk navçeya Ehrezê bi obusan dan ber topan, di encamê de 5 sivîl, di nav de zarokên kêmî 15 salî birîndar bûn, birîndar ji bo nexweşxaneya Avrîn a Fafînê hatin veguhestin.

Her wiha dagirker derdora kampa Vegerê ya li Şêrawayê dike hedef, da ku şêniyan bitirsîne û wan neçarî koçberiyê bike.

Girêdayî mijarê koçberên li kampa Vegerê bi cih bûne ji ANHA'yê re axivîn.

'EM Ê BIMÎNIN HETA EFRÎNÊ RIZGAR BIBE EM Ê LÊ VEGERIN'

Şêniyê bi navê Şukrî Ebdo diyar kir ku dagirkeriya Tirk sivîlan dike hedef, koçberên di kampan de di ber çavan re nagire, hewl dide hegemoniya xwe li dewletên cîhanê vegerîne û xeta pîşeyên xwe yên Osmanî bimeşe.

Ebdo destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk ew ji Efrînê koçber kirine û bi êrişên xwe hewl dide careke din wan ji Şêrawayê kokçber bike. Her wiha da zanîn ku top kêmî 400 mîtreyan nêzîk wan dikevin.

Şukirî Ebdo bêdengiya civaka navneteweyî û dewletên ereban li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kir û got: "Dewletên cîhanê hîna bi israr in ku me qebûl nekin."

Ebdo di dawiya axaftina xwe de got, ew di berxwedana xwe ya li kampan de bi israr in, heta Efrîn rizgar bibe û lê vegerin.

'ÇADIRÊN NAYLON XWE LI BER TOPÊN DAGIREKRAN NAGIRIN'

Şêniya bi navê Gulê Bekro da zanîn ku li gel êrişên domdar ên artêşa Tirk a dagirker ên li  ser gundên Şêrawa û Şehbayê, hikumeta Şamê ambargoya li ser herêmê didomîne û ev yek  azarê koçberên girantir kiriye.

Gulê Bekro diyar kir ku topên dagikeriyê li nêzî kampê dikevin, lê çadirên naylon xwe li ber parçeyên top û moşekan nagirin.

Gulê Bekro xwest ku di demeke nêzî de li Efrîna rizgarkirî vegere û got, êdî topbên dagirkeriyê wan natirsîne.

'JI BER DENGÊ TOPAN EM NIKARIN RAZIN'

Elî Hemo jî got: "Ji ber topên ku rojane li nêzî kampê dikevin em bi şev nikarin xew bikin."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/DAKrI4IUtX4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>