Xetîb Dîcle: Divê her kes xweparastinê pêş bixe

Siyasetmedarê Kurd Xetîb Dîcle got biryara plana çokdanînê ya Cotmeha 2014’an hatibû dayîn ji bo nûjenkirina plana Îslah El-Şerq ya sala 1925’an e û got; “Ne tenê Kurd divê hemû hêzên şoreşger û demokratîk ên gelên Tirkiyê li dijî vê planê xwepastinê pêş bixe.”

Xetîb Dîcle: Divê her kes xweparastinê pêş bixe
3 tebax, 2021   06:16
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENİZ

Siyasetmedarê Kurd Xetîb Dîcle, êrişa faşîst û nijadperest a li Konyayê li dijî malbateke Kurd hate kirin nirxand û got: “Êrişa herî dawî hate kirin komkujîyeke profesyonel e. Dema ku mirov li tevgara êrişkar dinêre, em dikarin bibêjin ev kes wekî kujerê Denîz Poyraz taybet hatiye perwerdekirin.”

Xetîb Dîcle destnîşan kir ku êrişa li Konya ya li dijî malbata Kurd hat kirin armancên wê stratejîk bû û wiha got: “Di encamê de em bi êrişeke nîjadperest a ku komkujiya Kurdan dike armanc re rû bi rû ne.”

Xetîb Dîcle der barê vê yekê de ev nirxandin kir: “Divê em bibînin ku ev yek planeke stratejîk e. Li Îmraliyê dan û standinên ku bi serokatiya birêz Ocalan re dihatin kirin ev peyam ji şandeya dewletê re hate dayîn; Di şertê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de du rêyên cûda li pêş dewleta Tirk hene. Rêya yekemîn demokrasiyê hembêz dike û giringiyê dide wekhevî û biratiya gelan, her wiha armanc dike ku Tirkiyê di nava şerê cîhanê ya ku li Rojhilata Navîn de diqewime bike navenda cazibiyê. Rêya duyemîn jî ew e ku dema ku Îttîhat û Terakkî ve heya niha tê û bi temamî li ser şîdetê hatiya avakirin. Dema dan û standin dewam dikir ev yek eşkere dibû û wan rêya duyemîn hilbijart. Di civîna MGK’yê ya 30’ê Cotmeha 2014’an de biryara plana îmhakirinê hate dayîn.”

Xetîb Dîcle got dewleta Tirk plana ku Îttîhat û Terakkiyê ya di 100’e mîn salvegera Lozanê de xistiye miryetê û ev xal lê zêde kir: “Ev plan 6 sal e ketiye pratîkê. Cara yekemîn li dijî Birêz Ocalan 6’ê Nîsana 2015’an bi tecrîdê re dest pêkir û bi şerekî ku 24’ê Tîrmeha 2015’an selvegera Lozanê dan destpêkirin û heya îro hat.”

‘TERORA DEWLETÊ BEŞEK JI KOMKUJIYAN E’

Xetîb Dîcle da xuyakirin ku terora dewletê li bajarên Kurdistanê dide meşandin beşek ji plana vê komkujiyê ye, her wiha îşaret bi êrîşên li ser Rojava û Başûrê Kurdîstanê kir ku armanca wan rakirina statuya wan e.

Xetîb Dîcle ev tişt got: “Hewldanên ji bo ku statuya Şengalê ji holê rabe hate kirin, aliyek din li Rojavayê Kurdistanê êrişên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî beşek ji van konseptan e. Peymana Lozanê 2023’yan de 100’emîn salvegera xwe diqedîne. Di vê demê de jî Osmanî dixwazin hem Bakurê Kurdistanê hem Rojavayê Kurdistanê hem jî Başûrê Kurdistanê dagir bikin û gelê Kurd qir bikin.”

Dîcle got ku dixwazin di nava agirê Rojhilata Navîn de komkujiya Kurdan temam bikin û wiha berdewam kir: “Çawa ku di Şerê Cîhanê ya Yekemîn de Ermen, Suryan û Rom qetil kirin, dixwazin di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de jî gelê Kurd qir bikin. Ger em vê rastiyê nebînin em nikarin der barê êrişan de nirxandinekê bikin.”

Xetîb Dîcle anî ziman ku êrişên li dijî HDP’ê tên meşandin û êrişên dagirkeriyê yên ku li parçeyên Kurdistanê tên kirin di plana heman çarçoveyê de ye û wiha got: “Armanca wan eşkere ye. Dixwazin di sedsala 21. de komkujiya Kurdan pêk bînin û Kurdan bi temamî bê statu bihêlin. Dixwazin hemû destkeftiyên Kurdan derbe bikin. PDK’ê hînê vê fêm nake anku naxwaze fêm bike. Statuya Başûrê Kurdistanê jî di nava armanca wan de ye. Dixwazin statuya Şengalê bi temamî têk bibin. Dixwazin komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî civaka êzidî nikaribû pêk bîne niha bi planê dewleta Tirk re pêk bînin. Tişta li Efrînê diqewime di rastiyê de ya ku dixwazin li hemû Kurdîstanê pêk bînin mînaka wê ye. Ji ber vê plana stratejîk divê gelê Kurd jî bi hevgirtana neteweyî bersiva wan bidin û divê yekitîya neteweyî xurttir bikin.”

‘DIXWAZIN KURDAN JI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ QUT BIKIN’

Xetîb Dîcle bal kişand li ser êrişan û got: “Dixwazin gelê Kurd û HDP’ê ji têkoşîna azadiyê qut bikin. HDP’ê di hilbijartina sala 2015’an de serkeftineke mezin bi dest xist. Wê demê û heya 1’ê Mijdarê gelek komkujî pêk hatin. Komkujiyên Amedê, Sûrûçê û yên din, bi wan komkujiyan xwestin gelê Kurd ji têkojînê bi dûr bixin. Dîtîn ku ev yek bi ser neket vê carê planên xwe yên nû bi êrişa Îzmîrê re xistin pratîkê.”

Xetîb Dîcle got îhtîmaleke mezin heye ku di pêvajoya pêşiya me de êriş zêdetir bibin û ev nirxandin kir: “Êdî bi kujerê profesyonel ê sivîl re dixwazin li dijî gelê Kurd pêleke êrişan bidin destpêkirin. Wekî min got dixwazin heya sala 2023’yan li Bakurê Kurdistanê gelê Kurd ji têkoşînê qut bikin û komkujiyên çandî û siyasî bikin. Eşkere dibêjin ku ew ê statuya li Rojava û Başûrê Kurdistanê ya ku bi saya deh hezar şehîdan hatiye bi dest xistin têk bibin. Wezîrê karên hundirîn Suleyman Soylu beriya çend rojan li Sîlopiyê got di demeke nêz de em ê peyatî biçin Iraq û Sûriyê. Bi van gotinan re armanca xwe ya dagirkeriyê eşkere dikin. “

‘PLANA ÇOKŞIKANDINÊ PLANA NÛJENKIRINA ÎSLAH EL-ŞERQ E’

Siyasetmedarê Kurd Xetîb Dîcle diyar ku biryara îmhakirinê ya di civîna MGK’yê ya Cotmeha 2014’an de hate diyarkirin beşek ji plana Şarq Islahatê ye û ev xal zêde kir: “Di nava vê planê de komkujiya Kurdan heye. Ji bo wê tekane rêya qirkirina Kurdan heye, dixwazin wê yekê bi berxwedana hêzên HPG’ê û YPG’ê têk bibinû tasfiye bikin. Ji bo vê yekê pêk bînin jî di 24’ê Nîsanê de êrişeke mezin dan destpêkirin. Lê berxwedana gerîla rê nadin ku ew bi ser bi kevin. Ji bo wê careke din plana xwe ber bi çav re derbas dikin û vê carê êrişî sivîlan dikin. Dizanin ku dema gerîla tasfiye bikin wê bigihêjin armancên xwe. Piştî Bakur dor wê bê Başûrê Kurdistanê û piştî wê Rojava û di dawîyê de jî dor wê bê statuya Kurdan. Planên wan hemû di vê çarçoveyê de ne û dixwazin vê gav bi gav bi pêş bixin. Lê li hemberî wan gelê Kurd ê berxwêder û gerîla heye. Ev yek ne hêsan e û ew nikarin bi ser kevin. Lê divê hemû Kurd bizanibin armanca wan ev e.”

‘DIVÊ XWEPARASTIN BÊ GEŞKIRIN’

Xetîb Dîcle eşkere kir ku divê xweparastin li her deverê bê geşkirin û wiha anî ziman: “Divê her kes bibîne ku ev plana êrişan hemû Kurdan dike hedef. Ji ber wê jî divê xweparastin li her deverê were geşkirin. Tenê Kurd ne di hefedê de ye lê belê hemû hêzên demokrat jî di hedefe de ne. Mînaka wê ya herî berbiçav Sûrûç bû. Cîwanên şoreşger û sosyalist ên ku nêzî Kurd û gelê Tirkiyê û hêzên demokrat jî di heman xeteriyê de ne. Dixwazin demokrat û sosyalist ên Tirk yên ku li cem Kurdan tasfiye bikin. Ji ber wê jî divê ne tenê gelê Kurd, gelê Tirkiyê, hêzên demokratîk û şoreşger jî xweparastinê geş bikin.”

Xetîb Dîcle hişyariya xwe dubare kir û got tevahiya gelê Kurd di bin gefa êrişê de ye û gotina xwe wiha bi dawî kir: “Em ciwanên salên 1970’î ne. Me li hemberî êrişên faşîstê xweparastina xwe xurt kiribû. Ew faşîst hemû bi çekdar bûn û êrişî me dikirin. Me jî wekî ku ew fahm bikin parastina xwe dikir. Vê yekê heya dîktatorîya 12’yê Îlonê dewam kir. Divê gelê Kurd û gelê Tirkiyê ji wan rojan dersekê derxe û teqez  parastina xwe bilind bike. Her wiha divê gelê me jî bi berpirsiyarî nêzî vê mijarê be. Ger em vê yekê nekin dîrok me efû nake.”

ANHA