​​​​​​​Nadine Maenza: Divê DYA û civaka navneteweyî li dijî Tirkiyê bisekinin

Komîsera Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê ji bo sûcên dewleta Tirk bên belgekirin û ji herêmên dagirkirî bê derxistin bang li saziyên navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bînin.

​​​​​​​Nadine Maenza: Divê DYA û civaka navneteweyî li dijî Tirkiyê bisekinin
2 tebax, 2021   23:55
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Nadine Maenza anî ziman, divê Amerîka û civaka navneteweyî sûcên dewleta Tirk qebûl nekin û got: “Girîng e ku rêxistinên serbixwe karibin serdana Efrîn û herêmên din ku dewleta Tirk dagir kiriye bikin û rewşên rast belge bikin.”

Komîsera Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê (USCIRF) Nadine Maenza, der barê êriş û sûcên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de ji ANHA'yê re axivî.

`ÇETE BINPÊKIRINÊN XETER JI AZADIYA OLAN RE PÊK TÎNIN`

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ceza li kesayet û saziyên girêdayî hikumeta Şamê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker birî. Têkildarî van cezayan Nadine Maenza ev tişt got: “Em weke Komseriya Amerîka ya Azadiya Olan biryara Wezareta Xezîneyê ya ji bo naskirina binpêkirinên mafên mirovan û sûcên ku li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve li bakurê Sûriyê hatine dagirkirin, wesiyetên ku komseriyê pêşkêş kirine ku cezayan li çekdarên ku dewleta Tirk destekê dide wan bibire, erênî dinirxînin, ji ber binpêkirinên xeter ji azadiya olan re pêk tînin. Birîna cezayan li ser Ehrar El-Şerqiye û serokê wê Ebû Hatim Şeqra û Ebû Cafer Şeqra dozeke rast bû. Ji ber binpêkrina xeter ji mafên mirovan re û di nav de revandin, îşekencekirin, û kuştina derqanûnî ya Hevrîn Xelef kirine.”

'DIVÊ ÎTÎRAFA SÛRIYÊ JÎ BIHATA CEZAKIRIN`

Nadine Maenza der barê `Îtîrafa Sûriyê` de anî ziman ku divê ew jî bihate cezakirin û got: “Min hêvî dikir ku ceza li Hatim Ebû Şeqra hatibana birîn. Ji ber dema Hevrîn Xelef hate qetilkirin ew amade bû paşê Nesir El-Herîrî ji Îtîlafa Mûxalif a Sûrî ew pêşwazî kir. Divê her kes nêrîna xwe der barê Itîlafa Mûxalif a Sûriyê de weke çareserî ji Sûriyê re di ber çavan re derbas bike. Ji ber bi awayekî pir zelal ew destekê dide komên ku ceza li ser hate birîn.”

` DIVÊ DYA Û CIVAKA NAVNETEWEYÎ SÛCÊN DEWLETA TIRK QEBÛL NEKIN`

Nadine Maenza, têkildarî sedema serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev tişt anî ziman: “Ji bo rewşên azadiya olan li herêmên Rêveberiya Xweser û Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rewşên zehmet ji êrişên dewleta Tirk û dagirkirina wê bi bîr bixim. Dem hatiye ku civaka navneteweyî li hember dewleta Tirk bisekine, wesîyetên ku min ji bo pêkanîna zexta li ser dewleta Tirk û diyarkirina demê ji bo vekişîna dewleta Tirk, pêk bîne. Ev sûc divê ji bo DYA`yê û civaka navneteweyî neyên qebûlkirin.”

'BILA SÛC BÊN BELGEKIRIN'

Der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li herêmên dagirkirî de Aldar Xelîl di hevdîtina li gel ajansa me de banga çûyîna heyetekê bêalî herêmên dagirkirî kiribû.

Nadine Maenza, ji bo banga Aldar Xelîl ev tişt got: “Girîng e ku rêxistinên serbixwe karibin serdana Efrîn û herêmên din ku dewleta Tirk dagir kiriye bikin, her wiha rewşên rast belge bikin. Di demên dawî de piştî ku cenaze ji Efrînê derxistin, heger tiştekî veşartî tune be divê dewleta Tirk pêşwaziya komîteya lêpirsînê bike. Me raporên serbixwe ya der barê rewşên li Efrînê û herêmên din ên dagirkirî de ji NY`yê, rêxistina Efûyê ya navneteweyî, navenda Wilson û Yekitiya Ewropayê wergirt. Di raporan de sûcên kuştin, tecawizkirin, revandin, guhertina ol bi darê zorê, hilweşandina cihên olî û cihên Êzidî, Kurd, Xirstiyan nexasim jin, belge kir.”

Nadine Maenza, bang li hikûmeta Amerîkayê kir ku di vê mijarê de tevlîbûneke xurtir çêbike û got: “Ji bo sekinandina dewleta Tirk ku çi sûcan li dijî kêmneteweyên olî û etnîk pêk neyne, divê hemû rêbazên heyî werin bikaranîn.”

HIN DAXWAZ JI HIKÛMETA AMERÎKA RE

Nadine Maenza, der barê nêzîkatiyên hikûmeta Amerîkayê ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ev daxwazên xwe parve kir: “Hikûmeta Amerîkayê nirxandina siyaseta xwe li Sûriyê didomîne. Em bi hêvî ne ku wesîyetên Komseriya Amerîka ya Azadiya Olan pêşkêş kirine bi cih bîne û destekê bide gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ev yek jî bi rêya itîrafa siyasî bi Rêveberiya Xweser weke hikûmeteke rewa û herêmî û cezayên li ser herêmên di bin serweriya wê de rake her wiha danûstandina xwe bi Rêveberiya Xweser re berfireh bike û di nav de çalakiyên siyasî ku armanca wan çareseriya siyasî li gorî biryara navneteweyî 2254`an.”

ANHA