​​​​​​​SOHR: Danûstandinên Deraayê ber bi xitimandinê ve diçin

SOHR’ê daxuyand ku danûstandinên di navbera hikumeta Şamê û komîteyên navendî yên Deraayê de ber bi xitimandinê ve diçin, her wiha wezîrê parastinê ya Şamê gefên wêrankirina Deraayê li ser welatiyên wê xwarin.

​​​​​​​SOHR: Danûstandinên Deraayê ber bi xitimandinê ve diçin
2 tebax, 2021   20:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR)ragihand ku danûstandinên Deraayê heta sibe hatin direngxistin, ew jî piştî muzakerevan negiştin tu encamekê.

Li gorî SOHR’ê, Şandeya hikumeta Şamê xwest ku ala Sûriyê li ser mizgefta El-Umerî were rakirin, serweriyê li giştî Deraayê bike, bendên xwe yên kontrolê li tevahî herêmê belav bike û gelek kesên ji hêla wê ve tên xwestin an derxe yan jî xwe û çekên xwe radest bikin.

Têkildarî ku welatiyên Deraayê leşkertiyê mecbûrî bikin, Komîteya Navendî ya Horanê tu lihevkirin nekir, di heman demê de welatiyan û komîteya danûstandinê xwest ku leşkertî di lîwaya 8’an de were kirin.

Di danûstandinan de serokê Komîteya Ewlehî ya başûrê Sûriyê Husam Loqa, serokê şaxê Ewlehiya Leşkerî Luey El-Elî, serbas Xiyas Dele, fermandar feyleqa yekemîn û wezîrê parastinê Elî Eyob amade bûn.

Li gorî SOHR’ê şandeya hikumeta Şamê gefên wêrankirina Deraayê li ser welatiyên wê de xwarin heke xwestekên wan red kirin.

Têkildarî mijarê, hêzên hikumeta Şamê bi topavêj û tankan Deraa topbaran topbaran kir, her wiha piştî derketina şandeya rûsî ji bajêr dengê guleavêtin dijwar li nava Deraayê hat. Lê tu encamên civînê nehatin eşkerekirin.

(fr)