​​​​​​​Nûrî Mehmûd bidawîkirina Dewreya Şehîd Şervan li şervanan pîroz kir

Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd bidawîbûna dewreya Şehîd Şervan li 800 şervan tev li perwerdê bûne, her wiha lidarxistina civîna giştî ya QSD`ê li tevahiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

2 tebax, 2021   19:31
HESEKÊ

Îro Akademiya Erka Xweparastinê û Hêzên Taybet (Komondos) a Şehîd Dilsoz dewreya xwe ya 40`î ya li navçeya El-Milêbiye ya bajarê Hesekê piştî 45 rojan bi dawî kir.

Dewreyê navê şehîd Şervan rakir û tê de 800 şervanên ji tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê perwerde dîtin. Şervanan di dewreyê de waneyên fikirî, siyasî, leşkerî û perwerdeya li ser hemû cureyên çekan û hunerên şer dîtin.

Nûnerên ji Rêveberiya Xweser, Hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê, bi dehan şêx û rûspiyên eşîran, fermandarên QSD`ê, hêzên Erka Xweparastinê û malbatên şervanan beşdarî merasîma bidawîkirina dewreyê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê û toraneke leşkerî dest pê kir, piştre şervanên sond bi zimanên erebî û kurdî xwar.

Berdevkê YPG Nûrî Mehmûd axivî û bidawîkirina dewreyê li hêzên leşkerî û li tevahiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Nûrî Mehmûd ev li gotina xwe zêde kir: "Hemû alî hewl didin projeya me ya demokratîk têk bibin, her wiha hewl didin biryara ku Meclisa Qanûnsaz a têkildarî erka xweparastinê daye, têk bibin."

Mehmûd bi domdarî got: "Bûyerên ku li Minbic û herêmên din pêk hatin, hatin çareserkirin û armanca wan bi bin ketin. Ji beriya 6 salan ve gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû derfetên xwe li ser bingeha parastina rewa tev digirin, tişta ku niha em dikin pêkanîna armancên gelên me bi hemû pêkhateyên xwe ye."

Nûrî Mehmûd ev tişt got: "Her şervanekî îro dewre bi dawî kiriye, berpirsê erka parastina gel, rûmet, welat û armancên şoreşê ye, heta Sûriyê bibe welatekî demokrat a azad."

Nûrî Mehmûd da zanîn ku gelek êrişên çeteyên DAIŞ’ê, dagirkeriya Tirk û şaneyên girêdayî îstîxbaratên Tirk an jî hikumeta Şamê hene.

Berdevkê YPG`ê Nûrî Mehmûd piştrast kir ku  parastina rewa erk e û divê heta pêkanîna armancên Sûriye û gelê Sûriyê tevahî berdewam bike.

Piştî axaftinê şervanan li pêşberî beşdaran hunerên şer pêşkêş kirin.

Merasîm bi gerandina govendên foklorîk bi dawî bû.

(eh)

ANHA