ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-08-2021
2 tebax, 2021   23:00

-Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Şengalê ku çeteyên DAIŞ'ê 2014'an pêk anîbû, 5 deqeya disekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarên Qamişlo û Hesekê bi boneya salvegera 7'an a Komkujiya li ser Şengalê dadikevin qadan, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nûnerê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Tebqayê Musena Ebdulkerîm komkujiya li dijî Şengalê şermezar kir û bang li civaka navneteweyî dike ku hesab ji sûcdaran bixwaze. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Sivîl a Herêma Rojava ya Dêrazorê Casim El-Reyaş got: "Rêveberiya Xweser projeyeke demokratîk e, berhemê keda 12 hezar şehîd û 21 hezar birîndar e. Ev proje xizmeta gel dike, ji lew re divê were naskirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser gundên kantona Şehbayê û derdora kampa koçberên Efrînê zêde kirine. Hêzên dagirker ji 4 baregehên xwe yên sereke deverên navborî topbaran dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîsera Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê ji bo sûcên dewleta Tirk bên belgekirin û ji herêmên dagirkirî bê derxistin bang li saziyên navneteweyî kir ku erkên xwe bi cih bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Êzidiyan ji birînên fermana dawîn ya Şengalê hêzeke xurt wergirt û bû sedem ku rêxistinbûyînekê di nava civaka êzidî de ava bike, rêveberiya xwe ya xweser ragihîne û hêza xwe ya leşkerî ava bike. Di heman demê de êzidî dibêjin ku ferman berdewam in, lê bi rêbazên cuda. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle got biryara plana çokşikandinê ya di civîna serekerkanîya Tirk de ku Cotmeha 2014’an hatibû dayîn ji bo nûjenkirina plana Şarq Îslahê ya sala 1925’an e û got; “Ne tenê Kurd divê hemû hêzên şoreşger û demokratîk ên gelên Tirkiyê li dijî vê planê xwepastinê geş bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Komîteya Perwerdê ya Kantona Efrînê Heyder Reşîd da zanîn ku tecrîda ku li ser rêber Abdullah Ocalan, bi ferman û daxwazên dewletên NATO'yê ye û got dewleta Tirk tenê bi şêwazê faşîzane vê biryarê NATO'yê bi cih tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kombûna Jinên Zenûbiya bi boneya salvegera 7'an a komkujiya li Şengalê çalakiyekê li Stada Eswed li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Tevî ku 13 bîrên avê li Girkê Legê hene, lê welatî ji ber kêmbûna avê bi gazinc in. Aliyên têkildar jî sedema kêmbûna avê dispêre xerçkirina zêde. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê komîteya serhîrcan avê li şêniyan belav dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA