Meclisa Rêveber a Tebqa ji bo bîranûna şehîdên komkujiya Şengalê panelek li dar xist

Meclisa Rêveber a Tebqayê bi boneya salvegera 7’emîn a komkujiya Şengalê ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî êzidiyan di 2014’an de pêk anî, panelek li dar xist.

Meclisa Rêveber a Tebqa ji bo bîranûna şehîdên komkujiya Şengalê panelek li dar xist
Meclisa Rêveber a Tebqa ji bo bîranûna şehîdên komkujiya Şengalê panelek li dar xist
Meclisa Rêveber a Tebqa ji bo bîranûna şehîdên komkujiya Şengalê panelek li dar xist
Meclisa Rêveber a Tebqa ji bo bîranûna şehîdên komkujiya Şengalê panelek li dar xist
Meclisa Rêveber a Tebqa ji bo bîranûna şehîdên komkujiya Şengalê panelek li dar xist
Meclisa Rêveber a Tebqa ji bo bîranûna şehîdên komkujiya Şengalê panelek li dar xist
2 tebax, 2021   21:10
TEBQA

Meclisa Rêveber a Herêma Tebqayê panelek li hola Navenda Çand û Hunerê ji bo bîranîna komkujiya 2014’an a li dijî civaka êzidî ya li Şengalê bi beşdariya gelek endamên rêveber ên saziyên sivîl, li dar xist.

Panel bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre sînevîzyonek li ser komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li dijî Şengalê pêk anîne pêşkêş kir. Di wê komkujiyê de sere bi hezaran ciwanên êzidî hatin qutkirin, bi hezaran keç û jinên êzidî hatin revandin li sûkan hatin firotin, bi hezaran zarok koçber û sêwî man. Her wiha zirar û ziyanên canî û madî yên li herêma Şengalê çêbûye jî hat pêşandan.

Der barê komkujiyê de, sedem û bandorên wê li ser civaka êzidî kiriye, endamê rêveber a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Selah Îbrahîm axivî wiha got: "Ev komkujî beşek ji qiririna etnîkî ya li dijî gelan e."

Îbrahîm got ji bo rêzdariya li hemberî nasnameya êzidiyan, divê civaka navnetweyî komkujiya li Şengalê nas bike, kesên pêk anîne û yên ku destek dane mûhasebe bikin.

ANHA