​​​​​​​Ji bo naskirina qirkirina li dijî êzidiyên Şengalê kampanyaya haştagê

Ji bo qirkirina ku çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de li dijî êzidiyên Şengalê pêk anîbû fermî were naskirin, kampanaya haştagê hate ragihandin.

​​​​​​​Ji bo naskirina qirkirina li dijî êzidiyên Şengalê kampanyaya haştagê
2 tebax, 2021   21:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo ku qirkirina ku çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de li dijî civaka Êzidî ya Şengalê pêk anîbû,  Meclisa Medya Sanal a Kurdistanê saet 20:00'an li gorî dema Sûriyê kampanyaya haştagê ragihand. Meclisê bang li saziyên civaka sivîl û tevahî rêxistinên mirovî kir ku beşdarî kampanyayê bibin.

Kampanyaya haştagê  bi navê  #RecognizeYazidiGenocide  îro di saetên diyar de dest pê dike. Diruşma kampanyayê "Qirkirina ku li dijî êzidiyan hatî kirin, nas bikin", "Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin" e

Meclisa Medya Sanal a Kurdistanê bang li her kesî kir ku beşdarî kampanyayê bibin û dengê xelkê Şengalê bighînin raya giştî  û ji qurbaniyên komkujiyê re edaltê pêk bînin.

ANHA