Şehîd Rîtac li Minbicê hate veşartin

Şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şervana YPJ'ê şehîd Esma Ehmed (Rîtac) bi merasîmekê li goristana Şehîdan veşart.

Şehîd Rîtac li Minbicê hate veşartin
Şehîd Rîtac li Minbicê hate veşartin
Şehîd Rîtac li Minbicê hate veşartin
Şehîd Rîtac li Minbicê hate veşartin
Şehîd Rîtac li Minbicê hate veşartin
Şehîd Rîtac li Minbicê hate veşartin
Şehîd Rîtac li Minbicê hate veşartin
Şehîd Rîtac li Minbicê hate veşartin
Şehîd Rîtac li Minbicê hate veşartin
Şehîd Rîtac li Minbicê hate veşartin
Şehîd Rîtac li Minbicê hate veşartin
2 tebax, 2021   19:16
MINBIC

Şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê cenazeyê şehîd Esma Ehmed (Rîtac) ji pêşiya Nexweşxaneya Firatê  wergerkirin û bi karwanekî erebeyan bi berzkirina diruşmên dilsoziya bi şehîdan re ber bi goristana Şehîdan a li başûrê bajar ve çû.

Li goristana Şehîdan şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hemwextî deqeya rêzgirtinê toreneke leşkerî li dar xist.

Piştre endama Meclisa Leşkerî ya Jinan a Minbic Roj Cerablus axivî û got:"Kesên xwîna xwe fedayî welêt dike, heta ku rihê biçe jî dijmin ditirsînin ji ber ku peyameke eşkere dide dijmin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Kefa El-Elî got, şoreşa ku jinan negire nava xwe ne mumkin  e ku serkeftinê qezenc bike.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Sîham Hemû got:"Îro em çîçekekê ji çîçekên Hêzên Parastina Jin dispêrin karwanê şehîdan da ku bi xwîna erda bajarê Minbicê av bide."

Endama Kombûna Jinên Zenûbiya ya Minbicê Fadiye Resûl axivî û destnîşan kir ku ew bi rêzdarî li hemberî şehîd Rîtac disekinin.

Piştî axaftin bi dawî bû, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mihemed El-Şêx nasnameya şehîd Esma Ehmed xwend û radestî malbatên kir. Şehîd di nava slogan û tililiyên dayikan hate veşartin.

(eh)

ANHA