Sersaxî ji malbata şehîd Hisên El-Ziêr re hate xwestin

Endamên Meclisa Leşkerî ya Tebqa, Meclisa Malbatên Şehîdan û şandeyeke ji Meclisa Leşkerî ya Babê sersaxî ji malbata şervanê Meclisa Leşkerî ya Babê şehîd Hisên Taha El-Ziêr ê re xwest.

Sersaxî ji malbata şehîd Hisên El-Ziêr re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hisên El-Ziêr re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hisên El-Ziêr re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hisên El-Ziêr re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hisên El-Ziêr re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hisên El-Ziêr re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hisên El-Ziêr re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hisên El-Ziêr re hate xwestin
2 tebax, 2021   16:24
TEBQA

Şandeyek ji Meclisa Leşkerî ya Tebqa, Meclisa Malbatên Şehîda û Meclisa Leşkerî ya Babê serdana mala şervanê Meclisa Leşkerî ya Babê şehîd Hisên Taha El-Ziêr a li taxa Kesara ya rojhilatê bajarê Tebqayê kir û ji malbatê re serxwest kir.

Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîn şehîdên azadiyê bi navê Meclisa Leşkerî ya Tebqayê endamê meclisê Mehmûd El-Elî axivî  û got: " Malbatên şehîdan bi sebir û israra xwe rihê berxwedanê li cem me xurt dikin û xwîna şehîdan, rûndikên zarokên wan û qîrîna dayikên wan deyne û di sukra me de ne, ji lewma em ê li ser soza xwe bim û şopdarên rêya şehîdan bin."

Piştre endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El-Şêx jî axivî û got, şehîdan di rêya parastina welat û misogerkirina ewlehî û aramiyê de rihên xwe yên pak dan.

Şandeyê sebir ji malbat re xwest û soz dan ku dê li gel malbatên şehîdan bin.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Babê ya girêdayî QSD`ê Hisên Taha El-Ziêr dema li gundê -Erîme yê gundewarê Minbicê bi erka xwe ya leşkerî rabû 30'yê Tîrmeha 2021`ê gihaşt asta şehadetê. Şehîd Hisên El-Ziêr duh li goristana Şehîdan a Tebqayê hate veşartin.

(eh)

ANHA