​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Efrînê banga naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê kir

Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê di salvegera wê ya 7'emîn de komkujiya li Şengalê şermezar kir û bang li Neteweyên Yekûbyî kir ku piştgiryê bide Rêveberiya Xweser a Şengalê û komkujiyê nas bike.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Efrînê banga naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê kir
2 tebax, 2021   16:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê di salvegera 7'emîn a Komkujiya 3'yê Tebaxa 2014'an li ser civaka êzidî ya li Şengalê daxuyanî da.

Daxuyanî li kampa Berxwedan a Şehbayê bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Rêveberiya Xweser a herêma Erînê Zelox Reşîd ve hat xwendin. Daxuyanî ya bi zimanê Erebî jî ji aliyê hevserokê Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Naso ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: “Xelkê êzidî ji dîrokê ve rastî gelek fermanan hatiye û ya dawî li ser Şengalê bû. Ji ber ku ji bo Kurdan herêmeke dîrokî û çandî ye û stratejîk e, ji rêxistina DAIŞ’ê re ku bi rêya Şengalê xwestin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û dest danîn ser sê koşeyên sînorî ya di navbera Başûr û Rojava de.

3`yê Tebaxê salvegera heftemîn a komkujiya Şengalê ya ku DAIŞ bi piştgirî û destekdayîna rasterast a ji dewleta Tirk pêk aniye.

Ji bo pişaftina dîrok û çanda civaka êzidî yê bê çek bi hezaran Êzidî bûn qurban, jin û zarok hatin revandin û li bazarên Reqa, Mûsil û hin herêmên din yên di bin serweriya DAIŞ’ê de hatin firotin. Dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirin artêşa Iraq û hêzên pêşmerge ji nişka ve ji bajar û gundewarên Şengalê vekişiyan û civka êzidî li hember wê komkujiyê bê parastin hiştin. Ew jî planeke navnetewî ya li ser civaka Êzidî bû, lê ev komplo ji ber mudaxeleya hêzên gerîla û YPG/YPJ’ê ku bi hawara wan ve çûn û rêyên bi ewle di navbera Rojava û Şengalê de vekirin hate pûçkirin. Bi hezaran êzidiyên bi temen, jin û zarokên ku di çiyayan de bê nan û av û dorpêçkirî mabûn rizgarkirin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:"Dewleta Tirk û PDK’ê di pêkhatina wê fermanê de xwedî rolek sereke bûn û rola sereke di vê komkujiyê de ya dewleta Tirk û hikumeta PDK’ê bû. Dîroka dewleta Tirk tijî komkujî û qirkirina li ser gelê Kurd û bi taybet li ser civaka êzidî ye ku wan bingeha neteweya Kurd dibînin, ji lew re xwestin wan qir bikin. Xwestin bi dawîkirina hebûna Êzidiyan re hebûna Kurdan bi dawî bikin .”

Di daxuyaniyê de her wiha îşaret bi kiryarên dewleta Tirk ya li Efrîn û Bakurê Kurdistanê jî kir û got ku ev jî berdewamiya hişmendiya nijadperest e û wiha lê hate zêdekirin:“Ev kiryarên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn û Bakurê kurdistanê dikin, temamkirina siyaseta plankirî ya jenosîda Kurdan e.

Bûyera herî dawî ango komkujiya Konyayê bû ku tê de 7 welatiyên Kurd ji malbatekê bûn qurbanî; ew jî berdewamiya hişmendiya nijadperest nîşan dide.”

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê bi wan bangan bi dawî bû: “Niha û piştî derbasbûna heft salan li ser komkujiyê hîn jî bi hezaran civaka Êzidî der bi der, koçber û hatine revandin û tu xizmet ji Şengalê re nehat pêşkêşkirin.

Li gor yasayên Iraqê ku her herêmek bixwaze rêveberiya xwe ava bike ew erê dikin, lê heya niha wan tevî avakirina sazî û hêzên parastinê YBŞ-YJŞ’ê û Rêveberiya Xweser ya Şengalê qebûl nekirine.

Em wekî Rêveberiya Xweser ya Herêma Efrînê wê komploya navnetewyî di 7’emîn salvegera bîranîna wê de şermezar dikin û bang li civaka navnetewî dikin ku çarenûsa kesên hatine revandin û wenda ne diyar bikin. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin û piştgiriyê bidin wê.”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EvdZ72k_zfk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>