Li Şedadê semînerek li ser binpêkirinên Partiya Baas'ê hate dayîn

Di semînrekê de ku Partiya Sûriya Pêşerojê ya navçeya Şedadê organîze kiribû, bal hate kişandin li ser binpêkirinên ku Partiya Baas û hikumeta Sûriyê li dijî gelê Sûriyê pêk anîbû. Hate gotin ku bûyerên ku îro li Derayê diqewimin berdewama sûcn Baas'ê ne.

Li Şedadê semînerek li ser binpêkirinên Partiya Baas'ê hate dayîn
Li Şedadê semînerek li ser binpêkirinên Partiya Baas'ê hate dayîn
Li Şedadê semînerek li ser binpêkirinên Partiya Baas'ê hate dayîn
Li Şedadê semînerek li ser binpêkirinên Partiya Baas'ê hate dayîn
2 tebax, 2021   15:37
HSEKÊ

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Şedadê semînerek der barك binpêkirinên Partiya Baas'ê de da. Semîner bi amadebûna rûspî, nûnerên meclisên herêmî, endamên saziyên sivîl û bi dehan şêniyên navçeyê ji aliyê endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Salih El-Zobai ve hate dayîn.

Salih El-Zobai îşaret bi sûcên ku partiya Baas'ê pêk anîye û got nirxandin kir:"  Partiya Baas 1947`an hate damezrandin û gelek guhartin tê de çêbûn, di 1963`yan de li Sûriyê hikum hate wergirtin û di sala 1966`an de baasiyan xwe bi xwe derbe îlan kirin û di sala 1970`yî Hafiz Esed Hereke El-Teshîhiyê ragihand û ji wê demê ve û heta roja îro hikumê baasî dewam dike. Di vê qonaxa demdirêj de zêdegaviyên mezin pêk hatin ku rasterast zirar gihand gel û pêkhateyên Sûriyê, slogana partiya Baasê; Wihde Huriye Îştîrakiye bû ku ew jî tenê sloganê propagande bû." 

El-Zobai ev xal lê zêde kir: "Partiya Baasê saziyên xwe ji bo lîstina bi mirovan û belavkirina gendeliyê bi kar dianîn, bi rengê ku tu kes hezkirî û dijminê xwe nas neke tevdigeriya, kur bûbû dijminê bav, xwendekar zirar û fesadiya mamoste dikir û leşker jî xwe dikir polîs, bi vî rengî karê wê jihevxistina civaka sûrî, bêdengkirin û astenkirina azadiya kesan û derbirînê bû."

El-Zobai destnîşan kir ku partiya Baasê bi darê zorê hişt ku welatî dûrî siyasetê bikeve û rexne bi çi awayî ba jî red dikir, plansaziya welatiyan diyar dikir da ku welatî tenê di pariyê nanê xwe de bifikire.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Salih El-Zobai ev lê zêde kir: "Di pêvajoya hikmê partiya Baasê de gelek komkujî pêk hatin ku baasiyan û saziyên ewlehiyê ku piraniya wan li Hema, Dera, Tedmûr û li tevahiya herêmên Sûriyê pê rabûn, di encamê de bi hezaran sûrî bûn qurban û welatî jî koçber bûn."

El-Zobai bal kişand ser aloziya Sûriyê ya dawî ku 2011`an dest pê kir û wiha domand: "Me di Rêveberiya Xweser de gelek hewldan pêk anîn da ku li gorî lihevkirina sûrî-sûrî û nêzîkbûna ji hikumeta Şamê re dawî li vê aloziyê were, lê tişta ku me dît hikumeta Şamê vê yekê naxwaze û ev yek di daxuyaniyên dijber ên ku dem dem radigihîne de diyar bû."

Di dawiyê de Salih El-Zobai got aloziya Sûriyê bi lihevkirina sûrî-sûrî û lidarxistina diyalogan çareser dibe ku ji mafê her sûriyekî be pêşniyaran ji bo bidawîkirina aloziyê Sûriyê bike ku ew jî li gorî xwestekên sûriyan be.

Di dawiya semînerê de nîqaşa li ser komkujiyên Partiya Baasê pêk anîna di navbera beşdaran û endamên Partiya Sûriya Pêşerojê de çêbû.

(eh)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bu6DBHMZw7s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>