Li rojhilatê Dêrazorê sivîlek hate hedefgirtin

Kesên nenas li bajarokê Baxoz ê rojhilatê Dêrazorê gule li sivîlekî reşandin.

Li rojhilatê Dêrazorê sivîlek hate hedefgirtin
2 tebax, 2021   07:31
DÊRAZOR

Duh êvarê kesên nenas ku li motorsiklêtekî siwar bûbûn, li taxa Dilêc a bajarokê Baxozê yê rojhilatê Dêraozêr gule li welatiyê bi navê Ebid Hesen El-Fehid, reşandin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî dane ajansa me, tu zirar negihiştiye El-Fehid.

Hêjayî gotinê ye ku El-Fehid li komîneke girêdayî Meclisa Baxozê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê de, kar dike.

(cx)

ANHA