Rojnameyên erebî: Rewşa Derayê bifikar e

Rojnameyên erebî yên îro behsa şerê li Derayê, aloziya Lîbya û rageşiya di navbera Îranê û welatên rojavayî de, kir.

Rojnameyên erebî: Rewşa Derayê bifikar e
2 tebax, 2021   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

LI DERAYÊ PÊLEKE KOÇBERIYÊ YA NÛ BER BI URDUNÊ VE

Rojnameya El-Ereb têkildarî kar û barên Sûriyê wiha nivîsî: “Uman û civaka navneteweyî şerê li Derayê bi metirsî dişopînin, ku pêleke nû ya koçberiyê ber bi Urdunê ve pêk hat. Li Urdunê berê jî koçberên Sûriyê hene ku destpêka şerê Sûriyê di 2011`an de berê xwe dabûn wir.

Piştî aramiya çend mehan, di rojên dawîn de Dera dîsa veguherî qadeke nû ya şer di navbera rejîmê û opozîsyonê de.

Çavdêr dibînin ku têkildarî sedemên şer hin pirs derdikevin holê û wiha dibêjin: “Yan ji berjewendiya hêzên rojavayî û Îsraîlê ye ku vê eniya şer vekin, piştî ku li bakurê welêt nikarîbûn rewşê kontrol bikin. Yan jî Îran û Rûsya ji ber sedemên jeo-stratejîk dixwazin eniya şer li Derayê germ be. Nexasim piştî ku Îsraîlê êrişên xwe li dijî nuqteyên Îranê li Sûriyê zêde kir û DYA`yê ragihand ku ew di stratejiya jinûve belavkirina hêza xwe li herêmê de bi Urdunê re wekî nuqteyeke sereke danûstandinan dike.

Çavdêr dibêjin ku heke çekdarên li Derayê pêşketinên nû çêkirin, dibe ku Rûsya û Îran ji bo destpêkirina operasyona leşkerî piştgiriyê bidin hikumeta Şamê, nexasim di aliyê hewayî de.

Lê belê şêwirmendê Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Ramî Şair ew metirsî dûr xistin û wiha got: “Bila her kes aram be, ruxmî şerê di rojên dawîn de rû daye jî ku di encamê de ji her du aliyan qurbanî çêbûn, lê belê rewş niha bi temamî di bin serweriyê de ye. Ji îro û pê ve wê li Derayê şer dernekeve. Rûsya û koma Astana û civaka navneteweyî jî wê destûra wê yekê nedin.

Ez bawerim ku êdî hikumeta Şamê jî wê yekê dizane û tu bijarikên wê nemane ji bilî ku xwe bispêre navbeynkaran da ku bigihêje lihevkirinekê ku aliyên şer li ser li hev bikin.

Li aliyekî din, berpirsê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdulrehman hişyarî da ku dibe  hêzên opozîsyonê Derayê bixin bin kontrola xwe.

Çavdêr hişyariyê didin ku danûstandinên agirbestê bi binbikevin û çekdarên opozîsyonê karibin hêzên hikumetê li Derayê têk bibin. Her wiha destnîşan kirin ku dê ew rewşa tevlîhev li seranserê Sûriyê belav bibe û dibe ku çekdar êrişan ji parêzgeha Idlibê pêk bînin.”

 “ÎXWANÊN LÎBYA” ŞERÊ MÎLÎSAN JI BO TALOQKIRINA HILBIJARTINAN BI KAR TÎNIN

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Xwepêşandanên ku pêncşema borî li Terablusê rû dane, ji rewşa giştî ya li welêt ne qut bûn. Pêncşema borî di navbera mîlîsên Îsnad El-Ule li bajarê Zawiyê ya bi serkêşiya Mihemed Behrûn û mîlîsên Piştgiriya Îstiqrarê yên bi serkêşiya Muemer Dawî de şerekî dijwar rû dabû. Tevgera Îslama siyasî û hevalbendên wê vê şerê mîlîsan ji bo taloqkirina hilbijartinan bi kar tînin ku tê payîn 24`ê Kanûna bê werin lidarxistin.”

WELATAÊN ROJAVAYÎ GEFÊN “BERSIVDAYÎNÊ” LI ÎRANÊ DIXWIN

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî gefên dewletên rojavayî li dijî Îranê wiha got: “Îsraîlê pêncşema borî gefa bersivdayîna êrişa li dijî keştiya wê di ava navneteweyî de, xwar û piştrast kir ku li cem wan îsbat hene ku Îran li pişt bûyerê ye, ku di encamê de keştîvanekî brîtanî û yekî din romanî li hemberî beravên Seltanet Uman hatibûn kuştin. DYA û Brîtanyayê jî Îran bi êrişê tawanbar kirin û destnîşan kirin ku tevî hin welatên din ew pêkanîna bersivdayîneke muhtemel nîqaş dikin.

Îranê jî diyar kir ku ew tawan bê bingeh in. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade jî got dê Tehran kêliyekê jî ji parastina berjewendiyên xwe û ewlehiya xwe ya neteweyî, gav paşde navêje.”

(cx)