Stratejiya nû ya DYA`yê li Iraq, Sûriyê û Efganistanê çi ye...Rojnamevan Koyluoglu nirxand

Rojnamevan Azîz Koyluoglu diyar kir ku Amerîka di çarçoveya stratejiya xwe ya nû de dev ji dagirkirina leşkerî ber dide, lê dagirkirina siyasî û aborî esas digire.

Stratejiya nû ya DYA`yê li Iraq, Sûriyê û Efganistanê çi ye...Rojnamevan Koyluoglu nirxand
2 tebax, 2021   06:38
QAMIŞLO – CÎHAN BÎLGÎN

Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê ya 29`emîn ku ‘Vegera Amerîka` hat pênasekirin stratejiyeke nû diyar kir. Di çarçoveya stratejiya xwe ya nû de, Amerîka ji Efganistanê vekişiya û li Iraqê jî hêzên xwe kêm dike. Têkildarî mijarê, rojnamevan Azîz Koyluoglu anî ziman ku Amerîka li Efganistanê bi bin ket û dev jê berda, li Iraqê jî dagirkirina aborî û siyasî dê pêk bîne.

STRATEJIYA KEVIN Û YA NÛ

Koyluoglu diyar kir ku DYA'yê li gorî stratejiya NATO'yê tev digere û li ser vê bingehê plan û projeyên xwe pêk tîne û got: “Beriya niha stratejiya DYA'yê di çarçoveya Rojhilata Navîn de hatibû penasekirin. Guhertina Rojhilata Navîn,  sîstemekî nû ji bo Rojhilata Navîn, bi taybet hem Asyaya nêzîk hem jî Bakurê Afrîka ji xwe re stratejiyeke bingehîn danîbû. Ji bo wê jî destwerdan li Iraq û Afganistanê jî kir. Heya astekî destwerdana welatên herêmê di aliyên siyasî û aborî de bi gefên leşkerî kir. Niha ev stratejî hat guhertin. Gefên berê ji yên niha cûdatir in. Di çarçoveya daxwaza Îsraîl, Erebistana Siûdî û dewletên sunî yên îslam,  Îran de wekî gef dihat pênasekirin. Rûsya jî wekî gef dihat pênasekirin. Li gor wê jî stratejiyek hatibû pêkanîn. Di vê stratejiyê de welatên Rojhilata Navîn divê bihata guhertin û sîstem bê avakirin û li gorî berjewendiyên NATO’yê jinûve bên tevgerkirin. Niha ev hat guhertin ku NATO’yê berê xwe da Çînê û ew wekî gefeke sereke pênase kir. Di vê çarçoveyê de li Pasîfîkê jinûve tevgerkirina DYA'yê wekî stratejiyeke nû hat pênasekirin. Li Rojhilata Navîn jî hêzên xwe li hin cihan kêm dike û diguherîne. Li gorî xwestekên stratejiya nû di çarçoveya Çîn û Pasîfîk de xwe ji nû ve tevger dike.”

`AMERÎKA LI EFGANISTANÊ BI BIN KET, LÊ VEKIŞÎN NE JI BER ENCAMA BINKEFTINÊ YE`

Koyluoglu der barê stratejiya Amerîka li Efganistanê de ev nirxand kir: “Destwerdana Efganistan wekî gefeke terorê hat pênasekirin û destwerdan li wir hat kirin. Rastî jî Efganistan ne tenê di aliyê terorîzmê de lê di aliyê madeyên hişbir de jî navenda cîhanê ya niha ye û navenda bazirganiyê ye. Efganistan ji bo Îran, Rûsya û mutefîkê Rûsya gelekî girîng bû. Di vê destwerdanê de xwestin li Efganistanê li gorî stratejiya NATO’yê sîstemekê bidin avakirin û deshiltdariyekê li wir bidin tevgerkirin. Lê belê binêrin di van 20 salan de heya niha tu encam nehat girtin, lê belê karesatên gelek mezin derketin. Rola Çîn jî heye. Esas Amerîka rola Çîn ya di Efganistanê de analiz kir û fêm kir ku neserkeftina wê li Amerîkayê bi desteka Çîn pêk tê. Çîn di aliyê madî û çekan de destekê dide Talîban û ji bo wê jî Talîban bin nakeve. Rûsya jî faktorekî esasî bû. Rûsya jî wekî rêya derbaskirina alîkariya Talîban bû. Xwestin li wir Amerîka binkeve. Amerîka li Efganistanê binket. Hedefê  ku dixwest li Efganistanê pêk bîne bi ser nexist. Lê vekişîn ne encama binkeftinê ye.”

Têkildarî vekişîna Amerîka, Koyluoglu destnîşan kir ku encam di çarçoveya guhertina stratejiya nû ya NATO’yê de pêk tê û wiha dewam kir: “Niha Îran wekî gefeke bingehîn nayê pênasekirin û bi diyalog û muzakereyan re dixwazin Îran guhertinan bide çêkirin. Li ser vê esasî Îran nermbûnê nîşanî van polîtikayan dide. Rûsya ji aliyê Amerîka û Ewropa ve di bin ambargoyeke dijwar de ye. Rûsya jî dixwaze alîkariyê ji Çîn veqetînin û herî kêm wê bêalî bikin. Li ser vî esasî Çîn dorpêçê bikin. Ji bo dorpeçkirina Îranê Efganistan roleke girîng dilîst, lê êdî dorpeçkirina Îran ne dorpeçkirineke stratejik e. Amerîka dev ji Efganistanê berda. Êdî got `Efganîstan ji bo min ne girîng e.”

Koyluoglu bal kişand ser hewildanên Çîn û Îngîltere yên der barê fermîkirina Talîban de û wiha domand: “Ji bo DYA'yê stratejiyên demkî hene. Dema ev stratejî tên guhertin dikare hemû hêzên xwe derxe. Ji niha ve bi Talîban re diyalog çêdibin. Ji bo Talîban di desthiltdariya Efganistanê de cihê xwe bigire û fermî bibe hewldan hene. Herî dawî jî wezîrê karên derve yê Îngîltere gotibû `Ger Talîban di hikûmetê de cih bigire em amade ne pê re kar bikin.` Ji xwe Çîn li bendê ye ku Talîban bi temamî Efganistanê bigire û di aliyên aborî, leşkerî û siyasî de stratejiyeke nû tevger bike. Çîn di stratejiya xwe ya berê de guhertinên gelek mezin çêkirin. Ji ber berê ji Çînê re dihat gotin desthiltdariya wê di herêma xwe de ye ne cîhanî ye, hedefa Çîn yê emperyal tune ye. Lê belê em dibînin Çîn êdî ji vê stratejiyê derdikeve. Esas çawa DYA'yê hedefên emperyal hene Çîn jî hêdî hêdî berê xwe dide hedefên emperyal û Efganistanê ji xwe re wekî deriyekî vekirina Rojhilata Navîn dibîne. Ji bo wê jî ev 20 sal e Çîn bi DYA'yê re şer dike. Esas yê ku bi DYA'yê re şer kir ne Talîban bû, Çîn bi xwe bû. Bi alîkariya Çîn, Talîban îro li ser lingan e û deskeftiyan bi dest dixe.”

'AMERÎKA JI IRAQÊ VENAKIŞE, LÊ DI ESAS DE DIMÎNE'

Serokê Amerîkayê Jeo Biden di daxuyaniya xwe de anî ziman ku DYA'yê erka xwe ya şerkirinê li Iraqê di dawiya îsal de bi dawî bike û tenê hinek hêzên xwe bihêle ji bo ku artêşa Iraqê perwerde bike û şêwirên leşkerî bide wan.

Têkildarî starejiya Amerîka li İraqê jî, Koyluoglu dibeje ku Amerîka ji Iraqê dernakeve. Koyluoglu destnîşan kir ku êdî pêwîstiya Iraqê bi leşkerên Amerîka yê şerker tune ye û got: “Amerîka hêzekî şerker wekî arteşa Iraq perwerde kiriye. Ev artêş jî êdî dikare li dijî hêzên wekî DAIŞ têbikoşe. Êdî DAIŞ li Iraqê gelekî lewaz bûye. Ji bo wê jî Amerîka hêzên xwe yên şerker ji Iraqê derdixe û ev normal e. Li ser esasê lihevhatina vê çêdike. Lê belê hêzên perwerde û şêwirê bidin li Iraqê dimînin. Esas Amerîka li Iraqê dimîne.”

JI QONAXA DAGIRKIRINA LEŞKERÎ BER BI DAGIRKIRINA ABORÎ Û SIYASÎ VE

Koyluoglu diyar kir ku Amerîka êdî dev ji şêwazê dagirkirina leşkerî berdide û derbasî dagirkirina aborî û dagirkirina siyasî dibe û ev nirxand kir: “Berê di warê dagirkeriyê de sê şêwaz hebûn; dagirkeriya leşkerî, dagirkeriya siyasî û dagirkeriya aborî. Di dîrokê de dagirkeriya leşkerî ya herî biêş û serkeftina wê tune ye. Beriya Şerê Cîhanê yê Duyemîn hemû dagirkerî li ser esasê dagirkeriyê leşkerî bû. Piştî wê li Vîetnam û hin welatên din jî Amerîka xwest dagirkeriya leşkerî berdewam bike. Li Efganîstan û Iraqê jî xwest berdewam bike. Esas êdî Amerîka stratejiya xwe ya giştî di nava guhertineke de xuya dike. Yanî dev ji dagirkeriya leşkerî berdide. Dagirkeriya siyasî û aborî ji xwe re bingeh digire. Li ser vî esasî stratejiyeke nû dixe meriyetê. Li her cihî hebûna xwe dewam dike lê ne bi hezekî zêde, bi hêzêkî kêmtir û vê yekê di çarçoveya barergeh û şêwirmendiyê de hebûna xwe berdewam dike. Dê li herêmê hebûna xwe dewam bike lê hebûna xwe ya aborî, siyasî zêdetir derxe pêş û wê hebûna leşkerî zêdetir gavekî li paş bihêle. Bi taybet li herêma Kurdistanê hem li Iraqê û hem jî li Sûriyê wê hebûna xwe ya leşkerî jî berdewam bike.”

`AMERÎKA WÊ XWE ZÛ BI ZÛ JI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ NEKŞÎNE`

Koyluoglu bi bîr xist ku derdora 900 leşkerên Amerîka di çarçoveya şer de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimînin û got wê ev mayîna wan bidome. Koyluoglu diyar kir ku rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê cûdayî rewşa Iraqê ye û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwazin bandora Îran li herêmê lewaz bikin. Rûsya dixwazin sînordar bikin. Di heman demê de zêdegaviyên dewleta Tirk jî heya astekî dixwazin sînordar bikin. Ji ber wê hebûna leşkerî ya Amerîka ji xwe re stratejîk dibîne û wê ev rewş berdewam bikin. Di siyaseta navxweyî de jî hebûna Amerîka li Sûriyê ne wekî hebûna Amerîka li Iraqê ye. Amerîka li Iraqê rejîma Sedam  xist û wiha li herêmê xwe bi cih kir. Piştî wê di sala 2011`an de vekişiya pêvajoya DAIŞ û dîsa vegeriya. Lê hebûna Amerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di siyaseta navxweyî ya Amerîka de rolekî gelekî mezin dilîze. Dema Trump xwest xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikişîne di siyaseta navxweyî ya Amerîka de hejandineke gelekî mezin çêbû û gelek kesan îstîfa kirin. Ji bo wê jî bandora Bakur û Rojhilata Sûriyê li ser siyaseta Amerîka heye. Ez bawer nakim Amerîka xwe zû bi zû ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikişîne.”

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê çarşema borî ceza li kesayet û saziyên girêdayî hikumeta Şamê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ferz kir. Di nav de çeteyê Ehrar El-Şerqiye "Ebû Hatim Şeqra" heye ku berpirsê qetilkirina siyasetmdar Hevrîn Xelef e.

Têkildarî bandora van cezayên Amerîka Koyluoglu ev tişt got: “Stratejiya hikumeta Şamê dixwaze sîstema Baas berdewam bike, tê de guhertin çênebe û dixwaze di çarçoveya deshilatdariya Beşar Esed de xwe li hemû Sûriyê bi cih bike.  Ji bo wê jî bi Îran û Rûsya re peymanekî wê ya stratejîk heye û ev her du dewlet jî destekê didin rejîma Baasê ya Sûriyê. Amerîka niha dixwaze di rejîma Baas a Sûriyê de guhertinan bide çêkirin. Rûxandina rejîmê êdî ne stratejiya DYA'yê ye. Dixwaze guhertin û lihevhatin di rejîmê de bên çêkirin. Bi stratejiya xwe Amerîka dixwaze rejîmê hinekî tengav bike û wê neçarî hin hevdîtinan pêk bîne. Bi taybet di komîteya destûrê de rejîmê neçarî qebûlkirinê bike. Ji ber dê cezayan li ser rejîmê bide sepandin. Ev ceza di rewşa niha de zêde bandorê li ser rewşa rejîmê nake. Li ser gel bandora wê heye. Rejîm bi alîkariya Îran û Rûsya di aliyê madî de hebûna xwe dewam dike. Lê gel ji van cezayan gelekî bandor dibe û niha krîzeke aborî gelekî kûr di nav herêmên rejîma Sûriyê de heye. Ev krîz nezîvirîn bertekên gel. Amerîka dixwaze ev krîz bizîvire bertekên gel ên li dijî rejîmê. Lê ez bawer nakim ev bertekên gel bizîvirin serhildaneke li dijî rejîmê ku bingeha civaka Sûriyê rê nade rewşeke wiha derbikeve.

Li ser çeteyên dewleta Tirk jî ceza hat birîn. Rastiya van çeteyan dide ber çavan. Amerîka jî dizane ev çeteyên terorîst in û li dijî mirovahiyê sûc kirine. Lê belê heya niha ev li dijî dewleta Tirk wekî siyasetekî nezîvirîn.”

ANHA  

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QXHYOIuIbho" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>