​​​​​​​Welatiyan bang li PDK`ê kir ku hevkariya xwe bi dewleta Tirk re rawestîne

Welatiyan bang li PDK`ê kir ku êdî bi çarenûsa Kurdan nelîze û li ser hesabê doza Kurdan peymanan bi dewleta dagirker a Tirk re îmze neke.

​​​​​​​Welatiyan bang li PDK`ê kir ku hevkariya xwe bi dewleta Tirk re rawestîne
2 tebax, 2021   04:02
QAMIŞLO

Ji 23`ê Nîsana derbasbûyî ve artêşa Tirk bi piştgiriya PDK`ê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên din ên Başûrê Kurdistanê dike, da ku herêmên nû dagir bike.

PDK`ê piştgiriya van êrişan kir û di 24`ê Tîrmeha derbasbûyî de li herêma Çarçel a Metîna ya Başûrê Kurdistanê êrişî gerîla kir, lê da ku şer dernekeve gerîla bersiva vê yekê nedan û PDK`ê careke din êrişî gerîla kir.

PDK`ê 26`ê Tîrmehê de li herêma Heftanînê ya Başûrê Kurdistanê êrişî gerîla kir û di encamê de 3 gerîla şehîd bûn.

Beriya demekê Koma Civakên Kurdistanê (KCK), fermandarên HPG, hunermend, rewşenbîr û Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê bang li PDK`ê kir ku nekeve xefa planên qirker ên dewleta Tirk, lê dîsa jî PDK`ê dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan berdewam kir.

SIYASETÊN QIRÊJ

Têkildarî mijarê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Şêrzad Îbrahîm diyar kir ku ji destpêka Nîsana derbasbûyî ve dagirkeriya Tirk êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û wiha dewan kir: "Hin caran jî êrişên xwe berfireh dike û êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê jî dike. Armanca van êrişan derxistina firneyê di nava Kurdan de ye."

Îbrahîm da zanîn ku dewleta Tirk li pêşberî çavên cîhanê li hemberî Kurdan siyaseteke qirêj dimeşîne, da ku hemû mafên rewa yên Kurdan ji holê rake

Şêrzad Îbrahîm wiha gotina xwe berdewam kir: "Em wekî malbatên şehîdan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baş dizanin ku Tirkiye rê nade ku tu projeyên Kurdan were avakirin, heta beriya niha di gelek daxuyaniyên de ragihandibû ku ger li Afrîkayê be jî ew ê nehêle Kurd konekî vegirin. Her wiha di daxuyaniyan de îşaret pê kir ku ew bi erêkirina tecrûbeya Başûrê Kurdistanê poşman e û dê qebul neke ku ev tecrûbe li Rojava jî pêk were . Ev hewldan bi armanca derxistina fitneyên di navbera Kurdan û derxistina şerê hundirîn pêk tê."

Şêrzad Îbrahîm destnîşan kir ku gerîla li çiyayên Qendîlê ne da ku parastina Kurdên li tevahiya Kurdistanê bikin û ev li gotina xwe zêde kir: "Gerîla zarokên me ne, dema çeteyên DAIŞ`ê êrişî Kerkûk û Şengalê kirin, gerîla parastina van herêman kir."

Îbrahîm bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û aliyên siyasî yên kurdî kir ku li helwesta xwe vegerin û hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re rawestîne û got: "Têkildarî van êrişan helwesta xwe eşkere bikin, ji ber ku ev kiryar xizmeta berjewendiyên Kurdan nake."

Şêrzad Îbrahîm bal kişand ser êrişên PDK`ê yên li dijî gerîla ku bû sedem gelek gerîla şehîd bibin û wiha domand: "Ev êriş rasterast xeteriyeke mezin li ser Kurdan çêdike û bi van hewldanan dê bandor li tevahiya Kurdistanê were kirin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Şêrzad Îbrahîm diyar kir ku diyaloga di navbera aliyên kurdî de ji ber tevgerên dijber ên hêzên PDK`ê hate rawestandin û bi domdarî got: "Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê zanibe ku di demên pêş de dibe ku ji aliyê hevalbenda xwe dewleta Tirk ve bi êrişan re rû bi rû bimîne, wê demê jî dê rojekê jî li ber xwe nede."

Îbrahîm destnîşan kir ku dewleta Tirk û dijminên Kurdan destkeftiyên Kurdan dixin xeteriyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji lew re divê em yekitiya hêzên xwe ava bikin da ku parastina Kurd û destkeftiyên ku bi saya berdêlên şehîdan hatine bidestxistin, bikin."

Welatiya bi navê Xaliya Îbrahîm a ji şêniyên navçeya Girkê Legê êrişên artêşa Tirk ên li dijî gerîla şermezar kirin û got, Ev êriş Kurdên li tevahiya Kurdistanê dikin armanc.

Der barê êrişên PDK`ê û şehîdxistina 3 gerîlayên HPG`ê Xaliya Îbrahîm piştrast kir ku ev nîşaneya hevkariya di navbera dewleta Tirk û PDK`ê dike û ev hevkarî li ser Kurdistanê xeteriyeke mezin çêdike.

Di dawiyê de Xaliya Îbrahîm îşaret bi girîngiya yekitiya Kurdan û bi planên li dijî Kurdan neyên xapandin kir.

(eh)

ANHA