​​​​​​​Şêniyên Qamişlo: Komkujiya li Konyayê bi razîbûna civaka navneteweyî pêk hat

Şêniyên Qamişlo komkujiya hovane ya ku nijadperestên tirk li dijî malbateke Kurd li Bakurê Kurdistanê pêk aniye, şermezar kir û da zanîn ku ev komkujî bi erêkirina navneteweyî ne pêk hat.

​​​​​​​Şêniyên Qamişlo: Komkujiya li Konyayê bi razîbûna civaka navneteweyî pêk hat
2 tebax, 2021   02:27
QAMIŞLO- LÎLAV DÊWANÎ

Beriya du rojan komeke çekdarên nijadperest ên tirk bi fermana dewleta Tirk li navçeya Meram a girêdayî bajarê Konya yê Tirk êrişî malbateke Kurd kir, di encamê 7 ferdên malbatê bi awayekî hovane hatin qetilkirin û ew jî Yaşar Dedeogullari (65), Sarab Dedeogullari (36), Serbil Dedeogullari (32), Sibel Dedeogullari (30), Ipek Dedeogullari  (45), Bariş Dedeogullari (35) û Metin Dedeogullari (45) in. Piştî wê komkujiyê çekdarên nijadperest mala wê malbatê şewitandin. Ev ne komkujiya yekemîn e ku li dijî gelê Kurd li Tirkiyê pêk tê.

Di dema komkujî pêk hatiye de, li gel hebûna desthilatên Tirk, di dîmena ku li ser malperên civakî hatine belavkirin, komeke şêniyên ji taxê yekser gefan dixwin û dibêjin ew nahêlin Kurd li navçeya wan bimînin.

Di 12’yê Gulana borî de, 60 kesan êrişî heman malbata Kurd kiribû û digotin; ew qebûl nakin ku Kurd li herêmên wan bimînin. Bi wê re 5 kes hatin girtin. Lê piştî ku desthilatên Tirk îdia kir ku îsbatên li dijî wan têrê nakin, serbest berdan.

Têkildarî vê yekê, şêniyê bi navê Ekrem Mihemed êriş şermezar kir û wiha got: "Kesên ev sûc pêk anîne, ajandeyên dewleta Tirk a faşîst in. Ew sûc jî berdewama sûcên dîtir in ku nijadperestên Tirk li dijî kurdên li Tirkiyê ye. Armanc jê jî tirsê bixin dilên kurdan, bê deng bikin û kurdan ji Tevgera Azadiya Kurdistanê û doza Kurd bi dûr bixin."

Mihemed destnîşan kir ku ew komkujî ji plan û komployên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd e ku hewl de wî qirk bike, nasnameyê biçewisîne, vîna wî bişikîne û şerê taybet biafirîne û wiha pê de çû: "Dewletên ku Kurdistanê piştî peymana Sykes Pico parçe kir, Kurd ji hev kir, hegamoniya xwe li ser ferz kir da ku wan bê deng bikin û ji maf û çanda wan bê par bihêlin."

Mihemed da zanîn ku her kurdek ku li hember siyasetên dewleta Tirk serî hilde, berxwedanê israr bike û bi rihê şoreşgerî tê bikoşe, li ku derê dibe bila bibe ji hêla dewleta Tirk ve tê armanckirin û got, li hemberî sûcên ku dewleta Tirk li dijî kurdan pêk tîne, tu helwesteke cîhanê nayê nîşandan. Ji ber ev yek xwesteka dewletên kapîtalîst e ku li hember van sûcan bê deng e.

Ekrem Mihemed diyar kir ku divê asta berxwedan û têkoşînê li tevahî Kurdistanê were bilindkirin û divê asta zanabûnê li hember şerê taybet ê ku dewletên Kurdistanê dagir kirine were bilindkirin û got, "Ev yek jî bi rêya perwerde û rêxistina li gorî projeya neteweya demokratîk ku rêber Ocalan pêşkêş kiriye, pêkan e. "

‛VÎNA ME NAYÊ ŞIKANDIN’

Li aliyekî din jî Xidir Ebdulqadir wiha got: "Êdî Erdogan nizane çi bike heta ku vîna Kurd bişikîne. Ji lew re fîtneyan çêdike û hin komên nijadperest li dijî kurdan li Tirkiyê pêk tîne."

Ebdulqadir da zanîn ku êdî Kurrd ne weke berê ne, plan û komployên dewletên dijber baş dizanin û wiha domand: "Dewleta Tirk çi dike bila bike nikare me bitirsîne yan jî vîna me bişikîne, berovajî wê em bi hêztir dibin."

Têkildarî vê sûcê bertekên gel li ser tevnên civakî bi rêya haştagê "Li Konya Kurd tê qirkirin" #KonyadaKürtKatliamı" hatin destpêkirin. Her wiha Boruya Hiqûqê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê dest bi çalakiyekê kir ku edalet ji bo wê malbatê pêk bîne.

(fr)

ANHA  

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sgp6CoYhv8k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>