Mehmûd Berxwedan: Em ê li hember êrişên li dijî HPG’ê bêdeng nemînin

Ji fermandarên QSD’ê Mehmûd Berxwedan têkildarî êrişên li dijî HPG’ê hişyarî da PDK’ê ku heke êrişên xwe berdewam bike, dê hêzên wan bêdeng nemînin. Berxwedan bang li PDK’ê kir ku tevkariya bi dagirkeriya Tirk re rawestîne.

Mehmûd Berxwedan: Em ê li hember êrişên li dijî HPG’ê bêdeng nemînin
2 tebax, 2021   06:05
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT-SOLÎN EHMÊ

Mehmûd Berxwedan ji ajansa me re da zanîn ku hêzên wan yekitiya xaka Sûriyê parast, yekitiya pêkhateyan ava kir û diyar kir ku heke şerê navxweyî li Başûrê Kurdistanê çêbibe dê hêzên wan bêdeng nemînin.

‛EM BÊDENG NAMÎNIN’

Ji fermandarên QSD’ê Mehmûd Berxwedan behsa hewldanên hin hêzên li Başûrê Kurdistanê yên pêkanîna şerê navxweyî kir û wiha got: "Em naxwazin rageşî an jî şer di navbera Pêşmerge û HPG’ê de çêbibe. Heke çêbû jî wê karesat be.”

Berxwedan diyar kir ku hin herêmên di bin kontrola Pêşermgeyan de û hin jî di bin kontrola HPG’ê de ne û wiha domand: "Heke Pêşmergeyan êrişî HPG’ê kir em bêdeng namînin û me helwesta xwe beriya niha jî nîşan dabû."

Mehmûd Berxwedan eşkere kir ku QSD’ê li hember êrişên li dijî HPG’ê bê deng namîne û wiha anî ziman: "Divê PDK’ê hêzên xwe sewqî Herêmên Parastinê yên Medyayê neke û êrişî HPG’ê neke. Ji ber HPG’ê ji şêniyên vî welatî û xakê ne."

Mehmûd Berxwedana daxuyand ku divê PDK’ê nekeve xefka planên dewleta Tirk û komployên wê yên li dijî gelê kurd û nebe hevalbendê dagirkeriya Tirk. Berxwedan wiha li axaftina zêde kir: "Hevalbendiya PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re îxanet e. Dê QSD’ê li hember îxanetê bêdeng nemîne û dê helwesta wê tund be."

‛ME ROJEKÊ JÎ JI BO PARÇEKIRINA SÛRIYÊ NEFIKIRÎ YE’

Berxwedana da zanîn ku ji dema damezrandina QSD’ê di 2015’an de wê roleke mezin li ser qada Sûriyê ji bo demokrasiya giştî û parastina herêmê lîst û wiha berdewamî da axaftina xwe: "Me rojekê jî ji bo parçekirina Sûriyê nefikirî bû."

Berxwedan destnîşan kir ku hêzên wan ji dema damezrandinê û heta niha ve hewl da tevahî pêkhate mafên xwe yên rewa bistînin, bibin xwedî biryar, rola xwe eşkere bikin, bi rûmet û azad li ser vê xakê bijîn û wiha gotina xwe berdewam kir: "QSD’ê niha nimûneya jiyana hevbeş û têkoşîna hevbeş e. Ev yek jî di civîna salane ya giştî ya meclisên QSD’ê de ku di 1’ê Tebaxê de li dar ketiye, hat isbatkirin."

‛EM JI BO DEMOKRATÎKKIRINA SÛRIYÊ DIXEBITIN’

Têkildarî vê yekê Berxwedan piştrast kir ku tevahî pêkhateyên li herêmê ji Ereb, Kurd, Suryan, Asûr, Keldan û Tirkmen bi hev re dijîn, nêrîn û pêşniyarên xwe bi azad par ve dikin û li ser vê xakê bi hev re dijîn. Berxwedan wiha got: "Tevahî bi hev re wekhev dijîn. Ev yek jî bi rêya têkoşîn û şerê ku QSD’ê pêk aniye û herêmên rizgar kirine pêk hat."

Berxwedan hêvî kir ku tecrûbeya QSD’ê li tevahî Sûriyê pêk bê û da zanîn ku QSD’ê ji bo demokrasiya Sûriyê tê dikoşe û di oxira vê de berdêlên giranbuha dan.

‛RIZGARKIRINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ ARMANCA ME YA SEREKE YE’

Berxwedan diyar kir ku ji armancên wan ên sereke rizgarkirina herêmên ku ji hêla dagirkeriya Tirk ve hatine dagirkirin. Berxwedan piştrast kir ku rizgarkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji armancên wan ên sereke ne, ev yek jî di civîna salane ya meclisên QSD’ê de hat misogerkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dê QSD’ê zemîn, rewş û taktîkatan ji bo xebata rizgarkirina herêmên dagirkirî ava bike."

(fr)

ANHA