Haşim El-Cerba: Rêveberiya Xweser yekitî ava kir û Sûriyê xurt kir

Ji şêxên eşîra Şemer Haşim Silêman El-Cerba diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser hêza Sûriyê parast û divê her kes wê mînak bibîne û got:"Daxuyaniyên Şamê ne rast in û ji bo propagandayên çapemeniyê ne."

Haşim El-Cerba: Rêveberiya Xweser yekitî ava kir û Sûriyê xurt kir
2 tebax, 2021   00:35
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Haşim Silêman El-Cerba destnîşan kir ku tişta hikumeta Şamê nekir Rêveberiya Xweser kir û diyar kir ku QSD`ê bajarê Reqa û Dêrazorê ji mezintirîn rêxistina terorîst a DAIŞ`ê rizgar kirin û ewehî û aramî li herêmê misoger kirin.

El-Cerba ev li axaftina xwe zêde kir: "Li gorî pîvanan divê hikumeta Şamê xwediyê parastina xaka Sûriyê be, lê li hemberî xaka Sûriyê ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatibû dagirkirin bi erka xwe ranebû. Ger Şamê parastina sivîlan û parastina erda Sûriyê bikira, ew ê giraniyek jê re çêbiba û Rêveberiya Xweser jî dê rêz jê re bigirta."

Haşim Silêman El-Cerba diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca parastina herêmê, parastina ewlehî û aramiyê wê, ji hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Êzidiyan bi hezaran şehîd da û cîhan şahidê vê yekê ye.

Haşim El-Cerba her wiha got, di demê de ku hikumeta Şamê ji derve dixwaze ku ji nû ve Sûriyê ava bike, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêyî ku li hemberî vê yekê daxwaze tiştekî bike; dest bi avakirina herêmên ku ji DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, kir û wiha domand: "Min ev yek di pratîkê de dît, mînaka wê jî Reqa, Dêrazorê û herêmên din e, her wiha di qadên çandinî, bazirganî, ewlehiya hundirîn de û rêzgirtina ji welatî û jinê re xebateke girîng da meşadin."

El-Cerba ev pirs kir:"Projeya Rêveberiya Xweser çawa Sûriyê lawaz dike? Berovajî vê yekê Rêveberiya Xweser Sûriyê xurt kir û rewşa wê baştir kir, divê her kes modêla rêveberiyê wekî mînak bigire, isbata vê yekê jî ez li vir cihê xwe di  nava rêveberiyê de digirim û dibêjin; ez sûrî me, nabêji heskawî me yan jî reqawî me yan jî dêrî me."

Şêx El-Cerba anî ziman ku ji daxuyaniyên Wezareta Karên Derve ya Sûriyê ya ku îdia dike ku Rêveberiya Xweser Sûriyê lawaz dike matmayî ye û wiha got: "Hemû dewletên rojava û herêmî û dweletên dagirkerên Sûriyê dizanin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava li gorî herêmên din ên Sûriyê ya herî bi ewle ye, wê demê ka lawazî?"

ꞌTU KESÎ RÊ LI PÊŞIYA HIKUMETA ŞAMÊ NEGIRTIYE KU EFRÎN, GIRSPÎ Û SERÊKANIYÊ RIZGAR BIKEꞌ

El-Cerba ev li gotina xwe zêde kir: "Li vir li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tişta ku kesên din nabîne em dibînin, ji ber ku em ewladên herêmê ne û li vir dijîn, me bajar rizgar kirin, şehîd dan û hîn jî rojane li eniyên şer ên bi dagirkeriyê re şehîdan didin, tu kesî rê li pêşiya hikumeta Şamê negirtiye ku Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê rizgar bike û alîkariyê bide welatiyan wan ji ber ku ev yek di çarçoveya berpirsyartiya wê de ye."

Haşim Silêman El-Cerba destnîşan kir ku divê Şam bi têgihêştin li Rêveberiya Xweser binêre û wiha domand: "Bi vê nêrînê dê  tê nas bike ku Rêveberiya Xweser ne tenê Kurd in, lê belê rêveberên ku tê de cihên xwe digirin Ereb, Suryan, Asûr û Êzidî ne anku ji hemû pêkhateyan pêk tê, ji lew re dema Şam an jî aliyên din xîtabî Rêveberiya Xweser dikin, ne tenê xîtabî Kurdan dike, di  heman demê de xîtabî hemû pêkhateyên herêmê dike."

El-Cerba daxuyand ku demekê de ku Rêveberiya Xweser bang li hikumeta Şamê dike ku diyalogan li dar bixin da ku li gorî şert û mercên hemwelatîbûnê li hev bikin, divê hikumet xwe berpirsa xaka Sûriyê bibîne."

Haşim Silêman El-Cerba bang li hikumeta Şamê kir ku adil be û wiha gotina xwe bi dawî kir:"Li herêmê rewşa me baş e, em û hikumeta Şamê tevde vê yekê dizanin, em dibînin ku mazotê li binzînxaneyan heye, nan li firinan heye, hêzên ewlehiyê parastina herêmê dikin da ku terorîst derbas nebin, di encamê de ev e ya ku ez wekî welatiyekî dixwazim."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5OwZI8aN-BE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>