ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-08-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-08-2021
1 tebax, 2021   23:00

- Ji fermandarên QSD’ê Mehmûd Berxwedan têkildarî êrişên li dijî HPG’ê hişyarî da PDK’ê ku heke êrişên xwe berdewam bike hêzên wan bê deng namînin û bang li PDK’ê kir ku tevkariya bi dagirkeriya Tirk re rawestîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Qamişlo komkujiya hovane ku nijadperestên tirk li dijî malbateke Kurd li Bakurê Kurdistanê pêk aniye, şermezar kir û da zanîn ku ev komkujî bi erêkirina navneteweyî pêk hat. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Malbatên şehîdan ên Tebqayê êrişa dewleta Tirk a li ser Goristana Şehîdan a Efrîna dagirkirî şermezar kirin û bi karekî ne mirovî û dûrî nirxên exlaqê bi nav kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Hisên El-Şêx diyar kir ku xeteriya DAIŞ`ê hîn jî li ser tevahiya cîhanê heye, ji lewma divê dewlet welatiyên xwe werbigirin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dadgehên taybet bi darizandina çeteyên DAIŞ`ê ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyan bang li PDK'ê kirin ku dev jî lîstokên xwe yên bi çarenûsa kurdan û pêkanîna peymanan bi dewleta Tirk re li ser hesabê doza kurdî berde. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Artêşa Tirk rasterast êrişî dibistana gundê Gozeliyê yê li rojvayê Til Temirê kir, di encamê de dibistan hilweşiya û ji xizmetê derket. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ji şêxên eşîra Şemer Haşim Silêman El-Cerba diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser hêza Sûriyê parast û divê her kes wê mînak bibîne û got:"Daxuyaniyên Şamê ne rast in û ji bo propagandayên çapemeniyê ne." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê têkildarî rewşa li Derayê daxuyaniyekê dide, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Şêniyê gundê Cidalê, Hisên Naîf Xidir ji me re behsa serpêhatiya xwe ya dema fermana 3`yê Tebaxa 2014`an kir. Hisên, em li ser gorên Êzidiyên hatine qetilkirin gerand û got ku eger gerîla û şervanên ji Rojavayê Kurdistanê bi hawara me ve nehatibana, yek Êzidî jî nedifilitî. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Rojnamevan Azîz Koyluoglu diyar kir ku Amerîka di çarçoveya stratejiya xwe ya nû de dev ji dagirkirina leşkerî berdide û dagirkirina siyasî, dagirkirina aborî esas digre. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî fermana li dijî êzidiyên Şengalê rexne kir û banga li kurdan kir ku li hembrî planên ku dewleta Tirk pêşengtiya wê dike têkoşînê xurt bikin. Her wiha banga hesabxwestinê ji kesên ku komkujî pêk anîne kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Berprisên Pêşangha Pirtûkan a Şehîd Herekol îşaret bi pirrengiya mijarên pirtûkan kirin, lê ji ber bilindbûna nirxên pirtûkan gilî kirin û sedema vê yekê spartin ku pirtûk ji derve tên ji ber ku bi dolar tên firotin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA