Berdevkê YPG: Qetilkirina malbata Kurd li Konyayê nîşaneya qirkirin û jenosîdê ye

Berdevkê Fermî yê YPG`ê sersaxî ji malbata Kurd ku li Konyayê rastî êrişa nîjadperestî hat, xwest.

Berdevkê YPG: Qetilkirina malbata Kurd li Konyayê nîşaneya qirkirin û jenosîdê ye
1 tebax, 2021   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd têkildarî êrişa li dijî malbata Kurd  li Konyayê li ser hesabê xwe yê twitterê sersaxî ji malbatê re xwest.

Nûrî Mehmûd got:" Rejîma nijadperest a AKP`ê, qirkirin û jenosîda ku li ser Kurdên Efrînê bi destê DAIŞ`ê da meşandin, li ser Kurdên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî dimeşîne.

Qetilkirina malbata Kurd li Konyayê nîşana vê rastiyê ye. Pêwîst e cîhan li hember rejîma Erdogan a terorîst şiyar be.

Em sersaxiyê ji gelê me re û ji malbata Kurd re dixwazin ku rastî êrişa terorî li Konyayê hat."

ANHA