Bedran Çiya Kurd: Têkiliyên Rêveberiya Xweser bi gelek welatan re bi pêş dikeve

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku têkiliyên Rêveberiya bi rêveberiya nû ya Amerîka û gelek dewletên Ewropayê bi pêş dikevin.

Bedran Çiya Kurd: Têkiliyên Rêveberiya Xweser bi gelek welatan re bi pêş dikeve
1 tebax, 2021   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Almanyayê civîneke li bajarê Frankfurtê li dar xist.

Di civînê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd mijarên girêdayî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  û têkiliyên Rêveberiya Xweser bi derve re nirxandin.

Çiya Kurd diyar kir ku têkiliyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêveberiya nû ya Amerîkayê û gelek welatên Ewropayê bi pêş dikevin û got, ev alî êdî bi awayekî raste rast bi rêveberiyê re dan û standinan dikin û hewl didin van têkiliyan bi herêmê re fermî bikin, bi taybet di gelek dozên hevpar de jê xurtkirina ewlehî û aramiyê û pêşerojê herêmê.

Bedran Çiya Kurd rewşa siyasî û meydanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sûcên li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin nirxandin. Her wiha diyar kir ku pêwîste kurdên li Ewropayê rola xwe di teşhîrkirina van sûcan de bilîze.

TIRKIYÊ KURDAN DIKE HEDEF

Çiya Kurd îşaret bi rola Tirkiye ya li herêmê kir û wiha  got: "Êdî armancên dewleta Tirk ji her kesî re eşkere ne, her kes dizane ku Tirkiyê gelê Kurd û her projeyeke demokratîk li Rojhilata Navîn dike armanc."

'LI HEMBERÎ PLANÊN TIRKIYÊ DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ KIRIN'

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga têkoşînê li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker kir û got: "Ev têkoşîn ji bo her kurdekî welatparêz li cîhanê girîng e."

Çiya Kurd bi domdarî got: " Hinek aliyên Kurdistanî di têkiliyên xwe yê bi Rêveberiya Xweser re ne zelal in û têkiliyan xwe bi dijminên kurdan re sererast dikin. Ev siyaset xizmeta kurdan li tu deverê nake. Ji bo gelê Kurd xetên sor hene, ev xet ji her kesî re zelal in, nabe tu aliyekî Kurd di dema niha de bi dewleta Tirk re wekî dewleteke dost bide û bistîne, ji ber ku dewleta Tir li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û herêmên din dixwaze kurdan tune bik."

Bedran Çiya Kurd di dawiya axaftina xwe de îşaret bi xebatên domdar ên Rêveberiya Xweser ji bo gelên herêmê û pêşxistina rêveberiyê kir. Her wiha bang  li kurdên li Ewropayê kir ku ji bo pêşxistina vê rêvebriyê destekê bidin.

ANHA