Rêveberiya Xweser: Êrişa Konyayê qirkirina etnîkî ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, “Êrişa nîjadperest ya li dijî malbata Kurd a li Konyayê binpêkirina hemû nirêxên mirovahiyê û qirkirina etnîkî ye. Dewleta Tirk berpirsê vê sûcî ye.”

Rêveberiya Xweser: Êrişa Konyayê qirkirina etnîkî ye
1 tebax, 2021   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser îro daxuyaniyek da raya giştî û êrişa li dijî malbateke Kurd a li Konyayê şermezar kir û got divê hesab ji berpirsên êrişê were xwestin.

Rêveberiya Xweser di destpêka dauxyaniya xwe de got: “Dewleta Tirk li ser bermahiyên Osmaniya ku ji holê rabûye hatiye avakirin û ji wan mîrasa pêkanîna komkujî û qirkirinan li dijî gel û pêkhateyên cuda mîna Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û gelek gelên din, wergirtiye.”

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku dewleta Tirk heta vê kêliyê dev ji wê mîrasê bernedaye û êdî siyaseta ku dimeşîne ji hemûyan re eşkere bûye ku rêzê ji nirxên mirovahiyê û peymanên navneteweyî yên têkildar re nagire.

 Rêveberiyê Xweser daxuyand ku ji destpêka şoreşa Sûriyê ve dewleta Tirk destwerdan kir, şoreş ji rêya wê ya rast derxist û komên Sûriyê pêşwaz kir da ku siyasetên xwe yên mêtîngeriyê li dijî sûriyan û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.

Rêveberiya Xweser her wiha da zanîn ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi siyaseta dewleta Tirk nehat xapandin û li hemberî projeyên tesfiyekirin û qirkirinê xeta parastinê pejirand û ji bo pêşxistina projeyeke demokratîk li Sûriyê têkoşiya.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de ev yek diyar kir: “Ji Efrînê bigire heta Serêkaniyê, Girê Spî û hemû herêmên dagirkirî, dewleta Tirk hemû cureyên sûcan pêk tîne, piştgiriya komên çeteyan dike da ku sûriyan qir bike mîna terorîstên Ehrar El-Şerqiye.”

Rêveberiya Xweser têkildarî êrişa li Konyayê got: “Li rex lîsteya sûcên dewleta Tirk a dagirker di qirkirin, tesfiyekirin û nîjadperestiyê de êrişa li Konyayê ku beriya çend rojan li dijî malbateke Kurd pêk hatî, binpêkirineke hovane nirxên mirovahiyê û qirkirina etnîkî ye. Bi taybet ku beriya wê jî gef li malbatê hatibû xwarin ji ber ku malbat Kurd e. Dewleta Tirk berpirsa vê êrişê û sûcî ye.”

'DIVÊ HESAB JI BERPIRSAN WERE XWESTIN'

Rêveberiya Xweser êrişa li dijî malbata Kurd a li Konyayê şermezar kir û bang li saziyên hiqûqî, mirovî û yên navneteweyî kir ku rola xwe bilîzin û hesabê ji sûcdaran bixwazin.

Rêveberiya Xweser di dawiya daxuyaniya xwe de piştrast kir ku bêdengiya li hemberî mîna vê sûcî û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê derfetê dide wê ku vê siyaseta xwe ya qirker berdewam bike. Rêveberiyê destnîşan kir ku hemû kesên li hemberî sûcên dewleta Tirk bêdeng dimînin tê wateya ku ew şirîkên wê ne.

(şx)

ANHA