Nûnertiya Rêveberiya Xweser bang li PDK`ê kir ku endamê wan serbest berde

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Başûrê Kurdistanê bang li PDK’ê kir ku sedema ne berdana endamê wan Cîhad Hesen eşkere bike û wî serbest berde.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser bang li PDK`ê kir ku endamê wan serbest berde
1 tebax, 2021   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê têkildarî ne azadkirina endamê wan Cîhad Hesen ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev bang tê kirin;

“49 roj berê niha, nûnerê rêveberiya Xweser li Hewlêrê Cîhad Hesen û du endamên peywendiyên derve yên PYD’ê bê sûc û sedem ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatin binçavkirin. Berê niha bi 3 rojan du endamên PYD’ê serbest hatin berdan, lê bêyî ti sedemek bidin nîşan endamê nûnertiyê Cîhad Hesen di bin çavan de hiştin.

Em weke Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Herêma Kurdistanê, ji aliyên pêwendîdar daxwaz dikin ku sedemên ne azadkirina hevalê me Cîhad Hesen ronî bikin û demlidest serbest berdin.”

(cx)