El-Esed, Hisên Ernûs bi avakirina wezareta nû erkdar kir

Beşar El-Esed, serokwezîrê Sûriyê Hisên Ernûs bi avakirina wezareta nû erkdar kir.

El-Esed, Hisên Ernûs bi avakirina wezareta nû erkdar kir
1 tebax, 2021   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Sûriyê Beşar El-Esed îro biryarnameya hejmar /206/ derxist û li gorî wê Hisên Ernûs bi avakirina wezaretê erkdar kir.

Ernûs sala 1953`yan li gundê El-Tih ê girêdayî Merat El-Numan ê parêzegeha Idlibê ji dayîk bûye. Sala 1978`an li Zanîngeha Helebê beşa Endezyariyê bi dawî kiriye.

Ernûs di hikumeta Baas de gelek peywir gitine. Sala 2009`an bû waliyê Dêrazorê, sala 2011`an bû waliyê parêzgeha Quneytîrayê, ji sala 2013`an û heta 2018`an serokê Wezareta Karûbarên Giştî bû. Piştre ji 2018`an û heta 2020`an wezîrê Jêderên Avê bû.

Her wiha ji 11`ê Hezîrana 2020`an û heta niha serokwezîrê hikumeta Şamê ye.

(şx)