Hikmet El-El-Hebîb: Rêveberiya Xweser ji diyalogê re amade ye

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a herêma# Cizîrê Hikmet El-Hebîb careke din teqez kir ku Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ji diyaloga bi hemû aliyan re, amade ye.

Hikmet El-El-Hebîb: Rêveberiya Xweser ji diyalogê re amade ye
31 tîrmeh, 2021   11:07
QAMIŞLO

Hikmet El-Hebîb di merasîma bîranîna 15 şehîdê ku meha Tîrmehê de li deverên cûda û di dîrokên cûda şehîd bûne axivî. Merasîma bîranînê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo ve hate lidarxistin.

Bi dehan şêniyên navçeyê û malbatên şehîdan tev li merasîma bîranînê bûn. Merasîm li navenda Çand û Huner a navçeya Çilaxa hate lidarxistin.

Hevsrokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet El-Hebîb wiha axivî: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn yek. Ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad û ji bo parastina yekitiya xaka Sûriyê bi hezeran şehîd da."

El-El-Hebîb îşaret bi gefên ku armanca wan tunekirina tecrûbeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev tişt got: "Destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, ji aliyê gelek hêzan ve têne hedefgirtin û ew hêz dixwazin ku îrade û yekitiya gelan têk bibin."

El-El-Hebîb careke din dûbare kir ku ew ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ji diyalogê re amade ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji bo diyalogeke cidî ku aloziya Sûriyê bidawî bike amade ne. Lê em hikumeta Şamê rexne dikin ji ber ew bi zihniyeta saziyên istixbaratî ve girêdayî maye."

Paşê sînevizyon der barê şehîdan de hate pêşandan û di dawiyê de wesîqeta şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WyXVwoeynl0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>