Li Dirbêsiyê şehîdên Nîsan, Gulan, Hezîran û Tîrmehê hatin bîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê 44 şehîdên ku di mehên Nîsan, Gulan, Hizêran û Tîrmehê yên salên cuda de şehîd bûbû, bi bîr anîn.

Li Dirbêsiyê şehîdên Nîsan, Gulan, Hezîran û Tîrmehê hatin bîranîn
31 tîrmeh, 2021   11:05
HESEKÊ

Merasîma bîranîna 44 şehîdên HPG, YPG, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi beşdarbûna malbatên şehîdan, şênî û endamên saziyên navçeyê li salona Navenda Çand û Hunerê ya li navçeya Dirbêsiyê hate lidarxistin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê Salim El-Salim di destpêka axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anî û got: "Îro, em 44 şehîdên ku wekî mûmekê rêya rûmet û azadiyê ronî dikin û hemû li ser rêya ku rêber Abdullah Ocalan ji bo me re xêz kirî şehîd bûne, bi bîr tînin."

El-Salim piştrast kir ku vîna wan xurt e û ew ê şopa şehîdan bidomînin.

Merasîma bîranînê bi xwendina wesîqeta 44 şehîdan bi dawî bû.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2_kOuM-j_fI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>