Kongreya Star êrişa li Konyayê û êrişên PDK`ê li dijî gerîla şermezar kir

Kongreya Star a Rojava êrişên PDK`ê û dagirkeriya Tirk li dijî gerîla, hedefgirtina erebeyên sivîlan û êrişa hovane li dijî malbata Kurd li Konyayê, şermezar kirin û piştrast kir ku ev êriş bi armanca têkbirina destkeftiyên ku bi saya berxwedana gelên herêmê hatine bidestxistin, tên kirin.

Kongreya Star êrişa li Konyayê û êrişên PDK`ê li dijî gerîla şermezar kir
31 tîrmeh, 2021   11:13
 NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava têkildarî êrişên dawîn ên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên bi hevkariya PDK`ê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagiker û hevkariya PDK`ê pê re hatin şermezarkirin û hate gotin: “Em êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ya Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK`ê û alîkarîdayîna wan bi artêşa Tirk a dagirker re di şerê qirêj û êrişên dawîn ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha hedefgirtina erebeyên sivîlan û êrişa şofînî ya li dijî malbata Kurd li Konyayê ku 7 kes ji heman malbatê hatin qetilkirin, şemrezar dikin.”

Di daxuyaniyê de bal li ser siyasetên qirêj ên dewleta Tirk li dijî Kurdan û zêdebûna êrişên faşîst, hate kişandin û wiha hate domandin: “Siyaseta qirêj a dewleta Tirk li dijî gelên herêmê dimeşîne, bi armanca têkbirina destkeftiyên ku bi saya berxwedana gelên herêmê hatine bidestxistin tên kirin. Roj bi roj siaysetên dagirkeriya Tirk qirêjtir dibin, di vê çarçoveyê de êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê dike. Lê belê bi saya berxwedana gerîla û destanên lehengiyê yên li Garê, Heftanîn, Zap û Avaşînê hatine nivîsandin û derbên giran ku li artêşa Tirk a dagirker tên xistin, hemû hewldanên wan tên pûçkirin.”

Kongreya Star bang li Kurdan kir ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker û Partiya Demokrat a Kurdistanê ku şirîkê qirkirina Kurdan e, refên xwe bikin yek. Di dewama daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Dewleta Tirk rêbazên qirêj bi kar tîne û hewl dide şerekî navxweyî di navbera Kurdên li Başûêr Kurdistanê de derxe. Ev yek bi hevkariya PDK`ê tê kirin û PDK`ê hewl dide artêşa Tirk ji têkçûnên wê rizgar bike. Ev şer tenê xizmeta dijminên Kurdan dike û hemû destkeftî û hêviyên gelê Kurd tune dike. Di vê qonaxa nazik û çarenûsî de, tê xwestin ku li hemberî hemû komployên li dijî Kurdan refa kurdî bibe yek.

Êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Şehba, Kobanê, Til Temir û hedefgiretina sivîlan nîşan dide ku dewleta Tirk li hemberî hêz û îradeya gelê herêmê îflas kiriye.

Em bang li civaka navneteweyî û hemû rêxistinên hiqûqî û navneteweyî dikin ku li hemberî siyasetên qirkirinê yên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji bêdengiya xwe derkevin.

Em bang li gelê xwe jî dikin ku dakevin qadan û li dijî siyasetên qirkirinê û zihniyeta DAIŞ`ê ku dewleta Tirk û alîgirên wê li ser dimeşin, dengê xwe bilind bikin.”

Meclisa Kongreya Star a kantona Hesekê jî li taxa Merşo ya bajarê Hesekê heman daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê berdevka Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Paşo ve hate xwendin.

 (cx)

ANHA