'Bi wijdan xizmeta gel bikin ji ber ku bingeha hêza we ye'

Kesayetên ku rêber Abdullah Ocalan li Sûriyê dîtine, bi van gotinan bîranînê xwe bi Ocalan re parve kirin:" Rêber Ocalan xwe beşek ji me didît. Rêbertî her tim gotina' Beyî gel em ne tiştek in, ji lewma bi wijdan xizmeta gel bikin ji ber bingeha we ye û bingeha hêza we ye' dûbare dikir."

'Bi wijdan xizmeta gel bikin ji ber ku bingeha hêza we ye'
31 tîrmeh, 2021   09:21
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Zêdetirî 22 sal di ser komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan re derbas bûye ku di encamê de rêber Ocalan dîl hate girtin.

Di salên dawî de, li dijî rêber Ocalan tecrîdeke giran tê meşandin û rêber Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

Tevî ku ev çend sal in rêber Abdullah Ocalan bi tena xwe di girtîgehê de ye û tu kes pê re neciviyaye, lê hîn jî kesayetên ku bi wî re jiyane û dema ku derbasî Sûriyê bûbû pê re bûn, bîranînê xwe bi Ocalan jibîr nekirine.

Welatiyê bi navê Osman Elî di salên 80`yî de li bajarê Helebê bi rêber Abdullah Ocalan re civiya û wiha hevdîtina xwe ya cara yekemîn parve kir:"Dema min bi şoreşa ku rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî li Bakurê Kurdistanê îlan kirine bihîst, min xwest ez vî rêberê mezin û hevalên wî nas bikim. Ji ber ku em bendewarên wê azadiyê bûn."

Osman Elî wiha kesayeta rêberê Ocalan da naskirin:"Rêber Ocalan kesayeteke ronakbîr, rewşenbîr û ji zanistê hez dikir. Xwe mezin nedikir, pirsa rewşa gel dikir û alîkariya wan dikir, bi wan re dikeniya û xemgîn dibû. Hebûna wî ya li pêşiya min hêzek da min û min hîs kir ku ew xwedî hêzeke xurt e û ew ê rojekê bibe serokekî gewre."

Elî wiha dewam kir:" Her tim rêber Ocalan digot' bi destek bin û bi yekitiyê hunê li dijî dijminên xwe bi ser bikevin', dûbare dikir. Her tim em şîret dikirin ku di xizmeta gel de bin û wan ji vê zilmê rizgar bikin, ji ber ku armanca me rizgarkirina herêmê ji dîktatoran e."

Welatiyê bi navê Ehmedê Pîrê ku sala 1986`an li Helebê bi rêber Abdullah Ocalan re civiyaye axivî û got:"Ji hevdîtina cara yekemîn min nas kir ku ew kesayetekî gewre ye. Min hîs kir ku xwedî taybetmendiyên pêxembertiyê ye ji ber ku her tim difikirî. Li aliyekî din jî tişta ku hişt di çavên me de hîn mezintir bibe; ew bû ku kesê qesda wî dikirin, beriya ku biaxive, Ocalan dizanî bê çi dixwaze bibêje."

Ehmedê Pîrê destnîşan kir ku tu kes nikare wesfê kesayet û fikirê rêber Abdullah Ocalan bide û her çiqasî behsa vê yekê bikin jî ew ê kêm bimîne.

Têkildarî nêrîna rêber Abdullah Ocalan a ji gel re Ehmedê Pîrê ev nirxandin kir:"Rêber Ocalan di dema civînan de dixwest bi me re rûnê, ji ber ku xwe beşek ji me didît, berovajî serokên niha ku beriya ji gel hez bikin, ji peywiran hez dikin. Rêbertî her tim gotina' Beyî gel em ne tiştek in, ji lewma bi wijdan xizmeta gel bikin ji ber bingeha we ye û bingeha hêza we ye' dûbare dikir."

Pîrê wiha wesifê rêber Abdullah Ocalan berdewam kir:"Biçûkan beriya mezinan jê hez dikir, ji lîstika bi zarokan re hez dikir. Em dibînin ku zarokekî 4 salî navê rêbertî vedibêje, ev jî nîşaneya mîrateya hezkirina mezin a ku rêbertî di dilên welatiyên li herêman de hiştiye, dike."

Der barê arezûyên ku rêber Abdullah Ocalan ji wan hez dikir, Pîrê got: "Ji werzîş û muzîkê hez dikir, bi taybet hunermend Aram Tîgran ku li Rojava pê re civiya û ji rêber Ocalan re stran got. Her wiha ji sewalan hez dikir û nedixwest ku bilbilan di qefesan de bibîne. Dema ku bilbil di qefesan de didît yekser ew berdidan ji ber ku girtina wan wekî girtina rihekî azad didît. Her wiha kevok li cem wî hebû û ew xwedî dikir."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/w3TWX1jXNq8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>