Bavê pitika ku jiyana xwe ji dest daye: Hikumeta Şamê berpirsê mirina wê e

Bavê pitika bi navê Ciwana Hisên a ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehbayê ferz kiriye jiyana xwe ji dest da, banga vekirina lêpirsînekê derbarê mirina pitika xwe de kir.

Bavê pitika ku jiyana xwe ji dest daye: Hikumeta Şamê berpirsê mirina wê e
31 tîrmeh, 2021   08:40
ŞEHBA- FÎRAS ÎBRAHÎM

Ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser Şehbayê berz kiriye û xemsariya Heyva Sor a Sûrî 4 welatî ku 3 ji wan zarokên jêrî salekî bûn, jiyana xwe ji dest da.

Hikumeta Şamê ambargoyeke giran li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, nahêle ambulansên Heyva Sor a Sûrî derbas bibin û rê li ber derbasbûna derman, madeyên xwarinê û sotemeniyê û pêwîstiyên bingehîn digire.

/ar/uploads/files/2021/07/31/082048_jwan-hsyn.webp

Li gel ambargoyê, dewleta Tirk a dagirker rojane kantona Şehba û gundên navçeyên Şera û Şêrawayê topbaran dike.

Ciwan Hisên ê ku pitika wî Ciwana jiyana xwe ji dest daye, bang li rêxistniên hiqûqî kir ku derbarê mirina keça wî de lêpirsînekê vekin û hemû berpirsên kuştina koçberên Efrînê di nav de pitika wî muhasebe bikin.

/ar/uploads/files/2021/07/31/082257_tqryr-mshfa-aafryn.webp

Hisên diyar kir ku li gel êrişên dagirkeriya Tirk hikumeta Şamê ji hemû aliyan ve ambargo li ser Şehbayê ferz kiriye, nahêle xwarin û derman derbas bibin, di heman demê de rê nade ku nexweşên rewşên giran ji bo nexweşxaneyên Helebê werin veguhestin.

Têkildarî mirina pitika xwe, Hisên ev parve kir: "21'ê Tîrmehê bû, me pitika xwe ya meh û nîveke bir nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê, ji ber ku madeya wê hatibû girtin û vedirşiya. Piştî destwerdana lezgîn bijîşkê ku rewşa wê dişopandin got, pêwîst e bi lez wê rakin nexweşxaneyên Helebê, ji ber alavên tibî û derman li nexweşxaneya Avrîn tune ne. Ji me re teqez kir ku wan Nivîsgeha Ambulansê ya Helebê li ser vê yekê agahdar kirin da ku bi lez wê veguhêzin."

' DI RÊ DE OKSEJÎN NEMA'

Ciwan Hisên bi domdarî anî ziman ku ambûlansa Heyva Sor a Sûrî piştî saetên dirêj gihişt û got: "Ez,pitika me ciwana û dayika wê li gel bijîşek ji nexweşxaneyê bi ambûlansa Hevya Sor a Sûriyê ketin rêya Helebê. Di rêya Helebê de tûpên oksîjenê vala bûn, neçar bû ku gazî li ambulanseke din bikin. Dema ku em gihiştin bajar, Nexweşxaneya Heyva Sor a Sûrî ya li Helebê bi hinceta nexweşxane tijî ye ku nikarin pêşwaziya nexweşên din bikin pêşwaziya me nekir. Piştî ewqas saet ji bendewariyê û valabûna tûpên oksîjênê, guhertina ambulansê nepêşwazkirina ji ailyê nexweşxaneyê ve pitik jiyana xwe ji dest da."

'HEYVA SOR Û HIKUMET BERPIRSÊN MIRINA KEÇA MIN IN'

Her wiha îşaret bi buhaneyên Heyva Sor a Sûrî kir û got:"Heyva Sor gelekî dereng ma heta ku hat û dema ku hat gelek hincet derxistin, geh digot tûrbên me tune ne û geh jî digot tûpên oksîjînê bi me re tune ne, lê di rastiyê de heyva sor û hikumet berpirsên wefata keça min in."

Hisên destnîşan kir ku ji ber ambargoya hikumeta Şamê di 3 salan de li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, bi dehan koçberên Efrînê jiyane xwe ji dest dane.

ꞌHETA NEXWEŞ NE LI BER MIRINÊ BE, HIKUMETA ŞAMÊ NAHÊLE DERBASÎ HELEBÊ BÊ KIRINꞌ

Hikumeta Şamê tenê dema nexweş li ber mirinê be dihêle wan rakirin Helebê, di heman demê de nahêle Heyva Sor a Sûrî bi wext were û ev lê zêde kir:"Em siyaseta hikumet li dijî kantona Şehbayê dide meşandin ku nahêle derman û pêwîstiyên tibî her wiha sotemenî û madeyên xwarinê derbasî herêmên Şehbayê bibe, şermezar dikin."

Hisên bang li hikumeta Şamê kir ku dev ji kiryarên xwe yên derexlaqî yên li dijî koçberên Efrînê yê Şehbayê berde û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li şûna vê yekê bila şerê Tirkiyê û çeteyên wê yên li Efrînê û herêmên dagirkirî bike. Ez bi saetan avê bi trektorê li Şehbayê digerînim da ku debara zarokên xwe bikin û hikumet jî plana qetilkirina wan dike."

ꞌDIVÊ LÊPIRSÎN VEBE Û HESAB JI KESÊN BERPIRSYAR WERE XWESTINꞌ

Ciwan Hisên di dawiyê de bang li rêxistinên hiquqnas û civaka navneteweyî kir ku têkildarî mirina koçberên Efrînê yên li Şehbayê, hesab ji kesên berpirsyar bixwazin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/00HGaJPzkeM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>