​​​​​​​Kîno Gabrîel: Hêzên me ji sedî 95 armancên xwe pêk anîn û yekitiya Sûriyê parast

Kîno Gabrîel diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk ji sedî 95 armancên xwe bi cih anîn û yekitiya xaka Sûriyê parast.

​​​​​​​Kîno Gabrîel: Hêzên me ji sedî 95 armancên xwe pêk anîn û yekitiya Sûriyê parast
30 tîrmeh, 2021   23:43
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 10'ê Cotmeha 2015'an hate damezirandin û bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku armanca damezirandinê avakirina Sûriyeke demokratîk e, ku welatiyên Sûriyê bûyî cûdabûn bi azadî, edalet û rûmet bijîn.

Di destpêkê de 7 komên leşkerî xwe di nava QSD'ê de bûn; Ceyş El-Siwar (Cebhet El-Ekrad, Lîwa 99, Operasyonên Taybet 455, Ehrar El-Zawiya, Lîwa Sultan Selîm, Lîwa Şuheda Etarib), Odeya Operasyonên Burkan El-Furat, Hêzên Senadîd, Meclisa Leşkerî ya Suryanî, Tûgeya Koalîsyona Erebî, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin.

QSD'ê piştî damezirandinê, gelek pêngav li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî DAIŞ'ê li dar xistin, mîna Pêngava Şehîd Îlan û Cûdî, Pêngava Şehîd Rûbar, Pêngava Rizgarkirina Reqa û Pêngava Rizgarkirina Dêrazorê. Ev pêngav bi serkeftî encam bûn û çeteyên DAIŞ'ê bi temamî di aliyê erdîngarî de ji herêma rojhilatê çemê Firatê hatin têkbirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi destwerdana xwe ya leşkerî li Sûriyê re di 24'ê Tîrmeha 2016'an de rizgrkirina gelên herêmên li rojavayê çemê Firatê ji DAIŞ'ê asteng kir.

Destpêka 2018'an, QSD'ê şerên giran li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê meşand.

Artêşa Tirk a dagirker di encama bazarekê de bi Rûsyayê re êrişî Girê Spî û Serêkaniyê kirin û her du herêm dagir kirin. Ev yek piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji xeta sînor pêk hat.

Li aliyekî din QSD'ê, hemû peymanên navneteweyî yên girêdayî şer pêk anîn. 1'ê Tîrmehê QSD'ê planeke xebatê ji bo parastina zarokan ji şer û qedexekirina biçekirina zarokên jêrî 18 salî îmze kir.

MERCÊN AVABÛNA QSD'Ê

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîel li ser armanc û mercên avabûna QSD'ê wiha axivî: "Beriya avabûna Hêzên Sûriya Demokratîk gelek pêşketin li ser astên herêmî û xwecihî rû dan. Ji wan pêşketinên; serkeftinên ku komên di avakirina QSD'ê de cih digirin li dijî DAIŞ'ê pêk anîn, bi taybet dema berxwedana Kobanê, piştre berxwedana li herêma Xabûrê, Girê Spî û Serêkaniyê."

Li gorî Kîno Gabrîel gelek sedem û aktorên avabûna QSD'ê hebûn ji wan; berxwedana ku kom û teşkîleyên leşkerî li herêmên Cizîrê û Kobanê raber kirin, bi taybet serkeftinên ku YPG'ê pêk anîne û binkeftina komên girêdayî Tirkiyê û  yên ku Hêzên Koalîsyona Navneteweyî destek dane wan û ew li Tirkiyê perwerde kirin da ku li hemberî hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ'ê şer bikin. Gabrîêl wiha got: "Piştgirî ji van koman piştgirî hate dayîn, projeyek ji bo avakirina hêzan, perwerdekirina wan û peydakirina pêwîstiyên wan hebû ji bo şerê li dijî hêzên rejîmê û rêxistina DAIŞ a terorîst şer bikin. Du kom li xaka Tirkiyê hatin avakirin û ji bo Sûriyê hatin şandin, lê di destpêkê de her du bi bin ketin û tu serkeftin pêk neanîn."

Gabrîel diyar kir ku koordîneyek bi Koalîsyona Navneteweyî re hebû û ji bo yekkirina kom û yekîneyên leşkerî nîqaş çêbûn, nîqaş bi ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk encam da. Kîno Gabrîel bi domdarî: "QSD'ê serkeftina xwe li ser erdê îsbat kir û ji sedî 95 armancên ku danîbû pêşiya xwe pêk anîn, di Adara 2019'an de çeteyên DAIŞ'ê bi temamî li herêmên rojhilatê çemê Firatê tune kirin. Her wiha li rojavayê çemê Firatê me bajarê Minbicê rizgar kir, îmkan hebû ku herêmên din mîna Cerablus û Bab û yên din werin rizgarkirin, lê destwerdanên li herêmê, bi taybet yên dewleta Tirk û hinek komên xwecihê ev îmkan asteng kir, di encamê de şêniyên wan herêman nikaribûn bighêjin aramiyê mîna ya niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Berdevkê QSD'ê bal kişand ser rewşa li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin û got: "Heta vê kêliyê di navbera komên li wir de şer heye, siyasetên ku Tirkiyê ferz dike ew kom pêk tînin. Ji wê zêdetir ev komanan binpêkirinên cûda li dijî sivîlan pêk tînin, her wiha tu projeyên rêveberî, rêxistinkirina karê rêveberî û saziyan, çi di aliyê leşkerî de be anî jî sivîl be tunene."

Gabrîel diyar kir ku QSD'ê nedikarî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê yên dewleta Tirk dagirkirine bi awayekî têr parastiba û têkildarî sedemên vê  yekê wiha got: "Sedemên vê yekê aktorên objektîv , hevsengiyên hêzan û nakokiyên di navbera hêzên navneteweyî de ye yên ku têkiliyên wan bi dosyaya Sûriyê re hene, çi Rûsya be an jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê be ."

Kîno Gabrîel destnîşan kir ji ber nakokiyên navneteweyî wan hin herêmên ewle û aram ji dest dan û wiha dom da axaftina xwe: "Rewşa li van herêman mîna rewşa herêmên di bin serweriya hêzên opozisyonê an jî Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ye ku her du jî komên çete ne. Bi desteka Tirkiyê ya ku siyasetên tirkkirinê dimeşîne rojane li dijî şêniyên gelê Sûriyê yên li wan herêman binpêkirin têne kirin."

'QSD'Ê YEKITIYA XAKA SÛRIYÊ PARAST'

Berdevkê QSD'ê daxuyand ku hêzên wan yekitiya xaka Sûriyê parast û ev titş diyar kirin: "Bi projeya xwe me DAIŞ'ê têk bi, ji sedî derdora 30'iyê me xaka Sûriyê ji şerê siyasî dûr xist, her wiha me nehişt ku herêm bikeve bin serweriya çeteyên girêdayî Tirkiyê yên ku dixwazin herêmên Sûriyê bi Tirkiyê ve girê bidin, dîsa me nehişt ku herêmên me bikevin bin serweriya rejîmê ya ku Rûsya, gelek milîsên Iraq û Îranê desteka wê dike. Ev ne ji bo berjewendiya Sûriyê û ne jî ji bo serdestiya wê dixebitin."

Kîno Gabrîel da zanîn ku hêzên wan têkilî û girêdana di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û projeya Rêveberiya Xweser parastin û got: "Armanca vê rêveberiyê pêşxistina pergala rêvebirinê li ser asta herêmê ye, hêzên me beşek ji vê rêveberiyê ne, erka wê parastina vê projeyê ji hêzên derve û yên hundirîn e."

Gabrîel anî ziman ku hêzên wan hevsengî û lihevkirina di navbera pêkhateyên herêmê de parastin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Tevkarî, fedekariyên hevpar ên pêkhateyên herêmê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de garantiya bingehîn a serkeftina QSD'ê û hêza wê ya li hemberî zextên derve, lîstokên xwecihî, herêmî û navneteweyî yên li dijî gelên herêmê ye."

QSD'ê pêngavên li dijî şaneyên DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker didomînin û di vî aliyê de serkeftinên mezin pêk anîn.

(bb)

ANHA