​​​​​​​Desteya Tenduristiyê dê navendeke şûştina gurçikan li Qamişloyê veke

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hevkariya Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê amadekariyên vekirina navenda şûştina gurçikan li bajarê Qamişloyê dike.

​​​​​​​Desteya Tenduristiyê dê navendeke şûştina gurçikan li Qamişloyê veke
31 tîrmeh, 2021   00:46
QAMIŞLO- SOLÎN EHMÊ

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû derfetên xwe dixebite de ku pêwîstiyên tenduristiyê ji bo gelên herêmê dabîn bike. Heya niha gelek navendên tenduristiyê hatine vekirin, wekî Nexweşxaneya Dil û Çav a li Qamişloyê, Klînîkên Gel û Navenda Jiyan a ji bo kesên bi vîrusa Korona dikevin.

Ev demeke ku Desteya Tenduristiyê amadekariyên dike ku li bajarê Qamişloyê navendeke şûştina gurçikan ya bêpere veke, da ku barê şêniyên herêmê di warê tenduristî û madî de sivik bike û şêniyên herêmê ji bo dermankirinê berê xwe nedin derveyî herêmê.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ciwan Mistefa ji ajansa me re got, rêjeyeke mezin a nexweşên nexweşiyên kronîk ku pêwîstiya wan a domdar bi çûyîna nexweşxaneyan heye, di nav wan de nexweşên gurçikan ku heftê du caran gurçikên xwe dişûn.

Mistefa wiha axaftina xwe dewam kir: "Nexweşên nexweşiyên gurçikan ên li Qamişloyê zehmetiya tunebûna navend û alavên pêwîst ên ji bo şûştina gurçikan dikişînin. Bi armanca sînordarkirina vê pirsgirêkê me dît ku li herêmê hewcedarî bi vekirina navendeke şûştina gurçikan a bêpere heye."

Ciwan Mistefa got, di navenda şûştina gurçikan de, dê bijîşk û hemşîreyên pispor û alavên pêşketî hebin, da ku welatiyên bajarê Qamişlo, gund û navçeyên wê û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derman bike. Mistefa wiha lê zêde kir: "Tê payîn ku ev navend di dawiya meha Tebaxê ya îsal de bi fermî were vekirin û deriyên navendê dê ji hemû niştecihên herêmê re vekirî be."

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistafa diyar kir ku ew her dem amade ne ku pêwîstiyên gelên herêmê bi cih bikin û got: "Ji bo misogerkirina tenduristî û ewlehiya gelê xwe, Desteya Tenduristiyê di dema pêş de dê dest bi projeyên din bike. "

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3fQKjyBMn2s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>