'DAIŞ ji 40 xendekan tirsiyabû'

Fermanên li dijî Êzidiyan paşerojek bi êş û azar û pêşerojek ne diyar bi xwe re anîbûn. Lê belê fermana 3`yê Tebaxa 2014`an ev çember çirand, cara yekê bû ku êş û azara fermanê veguherî birêxistinbûn, xwebirêvebirina civakê û hêza xwe avakirinê. Ev pêşketin di çavên temen mezinên Şengalê de jî wek hêviyek mezin diçirise. Mam Keka û şêniyên gundê Xerbetê bi saya 40 xendekan ji fermanê rizgar dibin.

'DAIŞ ji 40 xendekan tirsiyabû'
31 tîrmeh, 2021   03:03
NÛJİYAN BÊRÎVAN-ŞENGAL

Em bûn mêvanê Mam Keka. Bi xwe li Til Izêr dijî. Li gorî qeyda nifûsê sala 1942'an hatiye dinyayê. Mamek pir şirîn û henekçî ye. Navê Mam Keka yê nifusê Nemir Xelef Derwêş e. Di nav civakê de bi navê Zero tê naskirin. Mam Keka jî jê re tê gotin. Mam Keka 79 salî ye, ji eşîra Feqîran e. Bi xwe ji gundê Xerbatê Qewalan e.

Ji hinek insanan re yên ku ezmûn û rastiyên di jiyanê de, di dîrokê de di kesayeta xwe de gihandine cewherekî mezin û potansiyelekî zanyariyê gelek caran şibandina pirtûkxaneyê tê kirin. Yek ji wan kesan jî Mam Keka ye. Em dikarin bi rihetî jêre bêjin; pirtûkxaneyek li ser pîyan e. Mam Keka ji me re behsa gelek mijaran kir kê em beşa fermanê tenê dixwazin bi were parve bikin.

Dema Mam Keka me neşkenand û bi xwe re bir mala xwe em gelekî keyfxweş bûbûn. Mamek enerjîk û gelekî zindî ye. Me hewandin odeyekê û klîma vekirin. Di vê germahiya meha Tîrmehê de li Til Izêr jî agir pê ketîbû. Tav tûjbû û li derve disincirî. Li xaniyê Mam Keka wan hinek hênik bû.

Em tam beramberî Mam Keka rûniştin û me kamerayên xwe vekirin. Li her du milan jî dûşek hatîbûn bicihkirin û li ber dîwaran balîf hatîbûn danîn. Piştî sohbetekî kûrt hate kirin û çayek xweş ya Şengalkî hate vexwarin me dest bi pirsên xwe kir.

DEMA ÊZIDIYAN XWE NÊZÎ MELE MISTEFA KIRIN…

Mam Keka kete mijara dîrokê û ji me re mînakek balkêş da. Li gorî Mam Keka, beriya 50-60 salî ew xwe wek civak nêzî PDK, nêzî Mele Mistefa kirine û li ser vê yekê ji aliyê Partiya Baas'ê ve hatine cezakirin. Partiyê ji wan xwestiye ku çekên xwe teslîmî wan bikin. Di rojekê de hezar û 500 çek ji leşkerên eslê xwe Êzidî girtine. Piştî 2 mehan cardin zext li ser Êzidiyên herêmê zêdetir kirin, 14 kom ava kirin, ji wan re jî ava tehl dane. Li gorê Mam Keka dibêje biryara wan ev bûye; “Bila Êzidî ava şirîn ji Iraqê venexwin” û bal dikşîne ser ku sebeba vê nêzikatiyê jî xwe nêzkirina Êzidiyan ji Mele Mistefa re bû. Mam Keka dibêje ku wan gelekî zor û zehmetî ji ber Mele Mistefa kişandine û dibêje ji ber wan civaka Êzidî avêtine wê çolê û ji her malekê re 400 dînar dane destên wan. Şert û mercên jiyanê giran kirine û wextê zarokên wan di nav tozê de fetisîbana. Mam Kaka dûbare dike ku ev rezîlî li ser serê wan ji ber PDK'ê hatiye lê partiyê jî ti demî xwedî li wan derneketiye. Heman demê di şerên cûda de ji bo civaka Ereb jî hezar û 500 şehîdên Êzidî hatine dayîn. Mam Keka bal dikşîne ser îtîfaqa li dijî Şengalê bi destê PDK û hikumeta Iraqê.

“KÎ NEBE MISILMAN BIKUJIN”

Bi van gotinên Mam Keka em jî bandor dibin; “Li şûna wan herdû qencîyan, Mele Mistefa û Iraq li ser me bûne îtîfaqek, gotin her çar aliyê çiya bigrin, heçî misilman nebûn bikujin û keçik û jinan ji xwe re bînin. Mesûd û Necêfî û serokê Tirkan, ser me bûne îtîfaq. Pêşmerge ji gel me bazdan. Doçkên li gel me, silehên li nahiyê kom kirin pêşmergayê PDK'ê bi xwe re birin û çûn. Tehba me Êzidiyan li Şengalê tim bi tine ye, li gel Ereban jî û li gel cemaata Partî (PDK) jî her tine ye. Her talî li ser me îtîfaqek dikin û dibêjin ‘nanê wan heram e, ava wan heram e, dest kûja wan heram e û dibêjin ku melayê wan gotine jin û keçikên Êzidiyan bihûşt in. Halê me ev e li Iraqê.”

Mam Keka heman demê dibêje ku li ser xatirê Mele Mistefa îro Mesûd Berzanî Îtîfaq kiriye û heya gotiye Êzidî divê bibin Misilman, heger bibin misilman jî divê nebin Misilmanên Ereb, divê bibin Misilmanên Kurd. Lê belê beriya her tiştî wek Mam Keka jî tîne ser ziman; “Nabe yek bêje were ser dînê min. Kêr nayê yek yekî ji dînê wî xilas bike. Xwedê ne gotiye. Xwedê gotiye kêrî dînê xwe were, neviyên te ji te razî bin yê xwedê jî ji te razî be, ewqas hêsan e.”

TIRSA ÇETEYÊN DAIŞ JI 40 XENDEKAN

Mam Keka ji me re behsa destpêka fermana 2014’an kir û çîroka ku çawa nebûn hedefa êrişa çeteyên DAIŞ kir. Rojên ferman pêkhatî Mam Keka li gundê Xerbatê Qewalan dima. Gund hema li aliyê rojhilatê Til Izêr e, zêde jê ne dûr e. Heya xaniyên Xerbatê Qewalan û yên Til Izêr digihêjin hev.

Li gorî behsê kir wan rewşa xeter ferq kirin û 40 çal (kort) kolandin, weke tirba li seranserî erdê Xerbatê Qewalan derbas kirin. Ev çal ji newala gundê Izêr heya newala Şikeftê dirêj kiriye. Ji bo vî karî jî 40 roj bê navber kar kirine. Her êvar diketin hundirê xendekan û heta sibehê diman. Di her çalekê de 2-3 kes bi cih dibûn. Wê demê ax ji dorê xendekan dabûn alî da ku neyê zanîn ku li wir çal nû ne. Li gorî Mam Keka behsê dike Pîr Qiro Xeferê (subay) wan bûye û her car yek bi yek li ser xendekan digere û kontrol dike. Herî dawî jî gotiye “Heger tank werin ber xendekan ji ber xwe ve rabin.” Bi gotinekî din “Hûn jî êriş bikin”. Lê belê ji wan xwestiye ku luleyên tankan bixwin hesabê. Mam Keka diyaloga xwe bi Pîr Qiro re jî wiha anî ser ziman;

Mam Keka: Xwedê tu dizanî kitikê ji me nahêlin û yekî wan Êzidiyan bi meve nayên. Hemû çûne ser dolarê Mele Mistefa, nayên. Yek bi meve nayê.

Pîr Qiro: Bila, baregehekî DAIŞ'ê li nêzî me ye. Em ê  jî dîrokeke xwe çêkin.

Mam Keka; “Dê, bila hima me hemûyan bikujin.”

Li ser vê rewşê dema hinek mermî teqiyane jî çeteyan ji ber ku ferq kirine ku rojane hinek kes ji bin erdê derdikevin newîrane biçin ser wan de. Mam Keka jî dibêje ku dema çete her sibê rabûne lê nêrîne ku di her 40 xendekan de hinek zilam jê derdikevin fikirîne ku ev ji bin erdê çawa derdikevin, cihê wan li kuderê ye û ji ber vê yekê ji wan tirsiyane.

Piştî vê rewşê çeteyên DAIŞ berê xwe dan Gir Zerik ya ku tenê nîv kîlometre ji Til Izêr dûre û bi gotina Mam Keka, çûn milê ku zêdetir Qîranî dijiyan. Ji tirsa ku dê werin wan jî ew her di pozîsyona parastinê de mane û neçûne alîkariya Gir Zerik û Qîraniyan. Bi çavên xwe dîtine ku 12 tirmpêk tijî di wî milî de çûn, lê cardin çalên xwe bernedane. Her li bendê bûne ku êrişî wan jî bikin. Bi biryar bûn ku heger çete êriş bikin jî yê heya dawî li ber xwe bidin.

Her deqîqeyekê di wan kêliyan de dizivire dirêjiya saetekê bû, her seatek dizivire danekê, ne seat diçin, ne danê rojê bi dawî dibin. Di milekê de deng, gûman, bendewarî, tirs û mereqa ku li derdor çi dibe, çi diqewime li cem Mam Keka û wan jî serwer bûbû. Çav û guhên wan vekirî her li derdorê xwe dinêrîn û derdorê dişopandin. Tav daket bû şev, hêjî di çalên tê de mabûn û nobeta xwe digirtin.

ÇETEYÊN DAIŞ'Ê VALA DERXISTIN

Di saetên dereng de, bi şev carekê Mam Keka û yên li derdorê wî dibihîsin ku gurminiyekî mezin ji Til Izêrê tê guhê wan. Pir nêzî wan tê ev deng. Bi baldariyekî mezin bala xwe cardin didin ser derdorê xwe. Nêzî wan ti kes xwuya nake. Tevgera ji dûrve dibînin lê hêjî dûr e.

Piştre roj derdikeve û şewq dide derdorê. Telefonek ji wan re tê, xwediyê telefonê dibêje ku kesê li wan geriyaye wiha gotiye; “Werin em li gundê Cidalê ne, werin. Peyayên li gel me jî çûne.”

Li gorî Mam Keka, rehmetî Elyas pir hewildaye wan bi tirmpêk û traktoran ji wir dûr bixe, lê ew destpêkê neçûne. Destpêkê zarok û jin li erebeyan siwar kirine û bang li wan kirine. Li gorî Mam Keka behsê kir, diyalogek wiha di navbera wî û rehmetî Elyas de çêbûye.

Elyas: Were em biçin.

Mam Keka: Ez nayêm.

Elyas: Çima nayê?

Mam Keka: Xwedê ez ji ser vî girî nayêm xwarê, bila ez li vir bêm kuştin.

Elyas: Em bê te naçin.

Mam Keka: Hûn çawa naçin? Hûnê esîr bikevin destê DAIŞ.

Elyas: Willehî em jî naçin.

Li gorî Mam Keka, rabûye ser xwe li erebeyê siwar bûn. Mam Keka got, wî soz dabû Cacê Xatûna û wiha pêde çûye; “Ez cihê xwe bernadim. Bapîrê min ji min re gotiye, heger te cihê xwe girtibe, 10 zilam bêne te, 9 jê di xisarê de ne, ti caran dest ji hevalên xwe re nedeyne. Desthilîne, min wê demê di civata wan de ji wan re got, kengî we xwest werin, xêr werin.”

Mam Keka û yên li gel wan ji Xerbeta Qewalan derdikevin û xwe xilas dikin, piştî demekê çeteyên DAIŞ dikevin wê herêmê jî lê belê ji zûde xelkê xwe gihandiye çiya, xwe xilas kirine. Xerbeta Qewalan hatibû valakirin û çeteyên DAIŞ vala derketibûn.

Di vê navberê de dema êrişa çeteyên DAIŞ li Til Izêr jî şer derneketibû. Lê qetlîamekî pir giran hatîbû kirin. Hêjî li gelek cihên Til Izêr gorên komî têne dîtin, şopên fermanê weke ku duh pêk hatibû zindî ye. Hinek Şengalî bi şans bûn ku bi êrişê çeteyan re bêyî ku rast werin xwe rizgar kiribûn, wek Mam Keka û yên li gel wî.

Mam Keka û yên gel wî hemûyan xwe gihandîbûn çiya, piştre bi rêya korîdorê derbasî Dêrika Rojavayê Kurdistanê bûbûn. Lê belê tenê 20 roj bêyî axa Şengalê karîbûn îdare bike.

Mam Keka di nav 20 rojên li Dêrikê maye de pir bêriya Şengalê kir, hiziriye ku Mala Zero wek 1000 mal li çiya mane, yê xenekên xwe li wî bikin û biryar dide ku divê demildest vegerin ser axa xwe. Li Dêrikê 18 kon li pişt xwe dihêlin û cardin ji Dêrîkê berê xwe didin Şengalê, tên gundê Kersê ya nêzî Serdeştê. Dema digihêje Kersê hêj gerîla û şervanên azadiyê ku li ber xwe didin konek jî venekirîbûne. Roja duyem dema digihêjin Kersê ji wan re kon tînin û bicih dibin.

“NE JI PPK’Ê BA YEK JI ME NEDIMA”

Bê guman tiştên ku wek civaka Êzidî ji cîranên xwe hêvî dikir û dostaniya ku dixwest her bê jiyîn pêknehatîbû carek din. Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an dema pêk hat qirkirinekî gelekî giran bû. Yên revandin revandin, yên kuştin jî kuştin, yên xwe xilaskirin berbelav bûn û her yek çû diyarekî xerîb, hinek vegerîn, gelek ji wan hêjî venegeriyane Şengalê.

Dema Mam Keka behsa wan rojan dike xemgîn, bi hêrs û êşekî kûr tîne ser ziman û dibêje ku kêmek din dereng mabana kes ji wê fermanê sax nedima. Mam Keka jî weke piranî Şengaliyan dema behsa PKK'ê dike dibêje PPK. Bi heskirin û mînetdariyek mezin Mam Keka dibêje; “Di vê fermanê de em ê hemû ji têhna, birçîbûnê mirîbana. Heval bi me ve hatin. Heval jî zeîf bûn, ne gelekî bûn. Rê ji me re vekirin. Tirmpêlên Sûrî kirê kirin, yên Ereban anîn. Dihatin em beş bi beş ji Kersê dibirin. Cihên xwarin belavkirinê li ser rê danîbûn. Dixtor anîbûn ser rê. Me bawer nedikir ku em ê sax biçin Dêrikê, di rê de jî xwarin didan me û me dixwar. Hinekan jî 2 rojan xwarin nexwarîbûn. Niha jî dibêjine me ‘çima hûn xêra PPK (PKK) divên.’ Em çi xêra wan nevên. Em ji mirinê xilas kirin. Heke em xêra wan nevên em ê bibin bê esîl. Tiştê me ji kêre kir tine çûye. Me taliya PKK nedîtiye. Feyde li me kiriye. Em ji mirinê xilas kirine. Em nizanin yê taliya wan vê car çi bibe, lê em Êzidî dibêjin ‘Esil xwuda û talî ye.”

‘DIVÊ EM ÎTÎFAQA XWE ÇÊKIN’

Di dîrokê de gelek ferman li ser civaka Êzidî pêk hatine, behsa 74 fermanan tenê tê kirin, lê hejmara ji wê zêdetir in. Zor û zehmetiyên ku civaka Êzidî di encama wan fermanan de dîtine, parçebûnên gelekî mezin jî çêkiriye. Her parçekirin di nav civakê de çêbûye ewqas jî êş û azar jî zêdetir bûye. Mam Keka dibêje, bêîtîfaqiya di nava Êzidiyan de sedema bingehîn a ewqas bi êş û azar, qirkirinan e. Mam Keka binxêz jî dike ku tekane rêya rizgariyê ji holê rakirina rewşa bê îtîfaqî yê ye.

Mam Keka behsa parçebûna di nav civaka Êzidî de dike, bal dikşîne ser mûxbîrtiyê jî û dibêje, divê destpêkê civak hevdû bigrin û mûxbîrçitiyaku ji dijminên xwe re dikin bi dawî bînin da ku Êzidî bi eşq û evînek civakî û çandî hevdû bigre, li hemberî her cûre êriş û xeteriyên ku li ser civaka Êzidî, çand, ziman û baweriya wê hene  divê piştgiriya hevdû bike û hevdû biparêzin.

ANHA