​​​​​​​MSD`ê ji hewldanên ferzkirina desthilatê li Derayê hişyarî da

MSD`ê ji “hewldanên ferzkirina desthilatê” li Derayê hişyarî da û teqez kir ku “danûstandin dê nebin bijarkeke guncaw ji bo çareserkirina aloziyê. Divê ewlehiya Sûriyan bê parastin.”

​​​​​​​MSD`ê ji hewldanên ferzkirina desthilatê li Derayê hişyarî da
30 tîrmeh, 2021   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, Meclisa Sûriya Demokatîk (MSD) daxuyaniyek parve kir, tê de bikaranîna hêza leşkerî li dijî sivîlan şermezar kir û bang li Rûsyayê kir ku wekî garantor bi rola xwe rabe.

MSD`ê di destpêka daxuyaniyê de wiha got: “MSD`ê pêşketinên dawîn ên xeter li başûrê Sûriyê û hewldanên ferzkirina desthilatê, dişopîne û di wê derbarê de bi fikar e. Piştî ku bi nûnerên şêniyên bajêr re li ser rakirina dorpêça ji beriya çend mehan ve li ser wan, li hev kiribûn.”

DANÛSTANDIN DÊ NEBIN BIJARKEKE GUNCAW JI BO ÇARESERKIRINA ALOZIYÊ

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin “Ev gengeşî piştî 3 salan ji lihevkirinên çareseriyê û “danûstandinên” kul i parêzgehên Dera û Quneytîrayê bi navbeynkarî û garantiya Rûsyayê çêbûne, pêk tê. Em dibînin ku îsrara rejîmê li ser bijarka leşkerî di salên borî de binkeftina xwe îsbat kir, êdî bi awayekî berçav xuya ye ku qaşo lihevhatin an danûstandin dê nebin bijarkeke guncaw ji bo çareserkirina aloziyê, her wiha em wan danûstandinan wekî altirnatîfa rast a diyaloga siyasî nabînin.”

MSD`ê têkildarî şerê li başûrê Sûriyê li gel rewşa xirab hişyarî da û teqez kir ku divê ewlehiya welatiyên Sûriyê yên li Derayê bê parastin.

DIVÊ RÛSYA WERKÎ GARANTOR BI ROLA XWE RABE

MSD`ê her wiha bang li Rûsyayê kir ku wekî garantora çarenûsa wan sivîlên ku di taxên xwe de mane, bi rola xwe rabe.

MSD`ê got: “Em bi tundî bikaranîna hêzê li dijî sivîlan li Derayê ji aliyê hikumeta Şamê ve şermezar dikin. Demografiya beşeke mezin a Sûriyê tê guhertin, bi hevkariya hêzên herêmî yên di aloziya Sûriyê de bi bandor in şêniyên resen û opozîsyonê ji warên wan derdixin. Em bang li şêniyên Derayê dikin ku ax û bajarê xwe bernedin. Guh nedin daxwazên koçberiyê û red bikin. Divê ji komployan hişyar bin ku li dijî hebûna wan tên kirin. Guhertina demografiyê li dijî şêniyan sûcekî şer e.

DIVÊ ALOZIYA SÛRIYÊ ÇARESER BIBE

Meclisê di dawiya dauxyaniyê de piştrast kir ku şertûmercên navneteweyî hatin guhertin û êdî ne hêsane ku bûyerên li Derayê di Adara 2011`an de çêbûne, careke din dubare bibin. MSD`ê bang li civaka navneteweyî û NY`yê kir ku fişarê bike, bi lez mudaxele bike da ku rê li pêşiya şerê navxweyî bigire, piştgiriyê bide pêkanîna danûstandineke hevseng û afirandina şertûmercan ji bo ku aloziya Sûriyê bi temamî çareser bibe û ewlehî pêk were.

(cx, şx)

ANHA