​​​​​​​Girtiyên di girtîgehên li Efrînê de dest bi grava birçûbûnê kirin

Hate ragihandinê ku welatiyên Kurd ên Efrînê yên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin revandin û di girtîgehan de ne dest bi greva birçîbûnê kirin.

​​​​​​​Girtiyên di girtîgehên li Efrînê de dest bi grava birçûbûnê kirin
30 tîrmeh, 2021   13:37
ŞEHBA

Çavkaniyek ji herêma Efrînê ya dagirkirî diyar kir ku welatiyên yên ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê hatin revandin û di girîgehên li Efrînê de ne ev demeke dest bi greva birçîbûnê kirine.

Li gorî çavkaniyê, rewşa tenduristiya kesên hatine revandin xirab bûye û gotin, çeteyên bi navê Polîsa Leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker nahêle ku girtî tedawî bibin.

Çavkaniyê destnîşan kir ku hejmarek mezin a girtiyan ji ber sûcên dagirkeran ên li dijî wan girtiyan grava birçîbûnê ragihandin

Îstîxbarata Tirk û çeteyên wê, ji dema dagirkirina Efrînê ve di Adara 2018'an de revandina sivîlan didomînin.

Li gorî kesên ku demên berê ji girtîgehên veşartî yên li Efrînê reviyane, kiryarên herî hovane yên îşkenceyê û sûcên bêexlaqî li dijî girtiyên jin û mêr têne kirin.

(dx)

ANHA