Ji sibê ve wê ANHA çîrok, rapor û dosyayên fermana Şengalê biweşîne

3`ê Tebaxê salvegera 7`emîn a fermana Şengalê ye. Ajansa me di wê derbarê de hejmareke dosay, rapor û çîrokên ku behsa bûyerên wê rojê dikin û çawa Êzidyan karîbû xwe birêxistin bikin û êşên fermanê veguherandin îradeyek xurt, amade kirin.

Ji sibê ve wê ANHA çîrok, rapor û dosyayên fermana Şengalê biweşîne
30 tîrmeh, 2021   12:13
NAVENDA NÛÇEYAn

Civaka Êzidî di dîroka xwe ya dirêj de rastî 73 operasyonên qirkirina komî hat, ku hebûna wan kir hedef û hewl hat dayîn ku çand û dîroka wan tune bikin.

Li hemberî wan fermanan, Êzidiyan li ber xwe da û di fermana dawîn a li dijî Şengalê de karîbûn xwe bi rêxistin bikin û hêzeke leşkerî ku parastina Şengalê bike, ava kirin.

Bi boneya 3`ê Tebaxê, ajansa me gelek çîrok amade kirin. Çîrok li ser zimanê kesên bûne şahidê fermanê û şervanên ku bi sed hezaran Êzidî xilas kirin û ew birin cihên bi ewle li Rojava, her wiha kesayetên ku piştgirî dan xelkê Şengalê û ew li gundên xwe bi cih kirin, tên vegotin. Her wiha rapor û dosyayên ku behsa rewşa Şengalê piştî 7 salan ji fermanê dikin û çawa Êzidiyan êşên fermana dawîn veguherandin îradeyeke xurt ji bo birêxistinkirina xwe û parastina xaka xwe, hatine amadekirin.

Ji sibê ve, dê yekemîn çîrokên fermana 73`an, ku behsa amadekariyên hin gundiyan ji bo bersivdayîna êrişa DAIŞ`ê dikin û çawa DAIŞ`ê karîbû bikeve Şengalê, dê were belavkirin.

Sernavên çîrok, nûçe û raporên ku dê werin belavkirin, bi vê rengî ne:

1-“DAIŞ ji 40 çalan tirsiya”..Apê Nemir beşekî ji bûyerên li Şengalê vedibêje

2-Ji çîrokên komkujiya Şengalê-1…DAIŞ`ê ew dîl girt, lê belê..

3-Ji çîrokên komkujiya Şengalê-2..”Em bi saya hevalan û fikrên rêber Apo filitîn”

4-Êşên fermana dawîn îradeyeke xurt afirand..Divê dewletên beşdarî fermanê bûne werin cezakirin

5-Şervan Sason: Ketina me ya Şengalê biryareke fedayî bû

6-Di 4`ê Tebaxa 2014`an de çi qewimî?...Yekîneyên Parastina Gel (YPG) digihêjin Şengalê

7-Rêveberiya Xweser a Şengalê..Bersivdayîna komkujiyan li gorî destûra Iraqê mafekî rewa ye

8-Endamekî rêveberiya Asayîşa Êzidxanê: Ferman hîna berdewam e, divê civaka Êzidî hişyar be

9-Parêzvanên Şengalê: Ger beriya 2014`an me fikrên rêber Ocalan esas girtiba, em rastî komkujiyan nedihatin

10-Pêkhateyên Rojava li kêleka Şengalê sekinîn…Yekitiya pêkhateyan di ser her tiştî re bû

(cx)